Sewalkar ji ber qeyrana aboriyê nikarin karê xwe bikin: Berpirsyar desthilat e

img

WAN - Sewalkarên wanî destnîşan kirin ku ji ber bihayê alif û kayê nikarin karê xwe bikin û anîn ziman ku berpirsyarê vê yekê desthilat e.  

Her ku diçe ji ber polîtîkayên desthilatê gel bêhtir xizan dibe, kesên debara xwe bi sewalkariyê dikin jî êdî nikarin karên xwe bidomînin. Gelek kesên li Wanê sewalkariyê dikin, ji ber bihabûna alif û kayê, neçar mane ku sewalên xwe bifiroşin. 
 
‘TONA KAYÊ 7 HEZAR LÎRE’
 
 
Mendûh Acar ê debara xwe bi sewalkariyê dike, anî ziman ku ew ji ber bihabûnê nikare ji sewalên xwe re alif û kayê bistîne. Acar, da zanîn ku ew di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin û wiha axivî: “Tona kayê 7 hezar lîre ye. Em bi zirarê, sewalkariyê dikin. Ji ber bihabûna sotemeniyê, bazirganên li bajarên derdor jî êdî nayên. Berê mazot erzan bû, mînak bazirganek ji Dîlokê bi 10 hezar lîreyan dihat vê derê. Niha ev biha derketiye 50 hezar lîreyan. Ev mirov dê çawa bên. Ji ber vê yekê hejmara kesên sewalkariyê dikin, her ku diçe kêmtir dibe. Sewal di destê me de man, dê çawa çêbe em nizanin.”
 
PEREYÊ GUHAR PIR ZÊDE YE
 
 
Yek ji sewalkarê ji ber bihabûna alif, ceh û sotemeniyê bi zehmetî sewalkariyê dike Abdullah Aslan jî da zanîn ku berpirsyarê vê rewşê desthilat e û ev tişt gotin: “Bihayê alif û ceh gelek giran e, em nikarin bikirin. Em di serê sibê de tên bazara sewalan û heya nîvro disekinin û bi destvala vedigerin malê. Em nikarin sewalan bêyî guhar bifiroşin. Guharên sewalan gelek biha ne û em nikarin bistînin. Ev hemû tiştên tên serê me ji ber polîtîkayên şaş ên aboriyê yên desthilatê ne. Dê çawa be, dê heya ku derê wiha biçe, em nizanin. Sewalên me di destê me de mane û em bi zerarê li wan dinêrin. Li aliyê din jî şaredarî pereyê bazarê ji me distîne. Anku li gel em bi zirarê kar dikin, heqdestê keda xwe jî nastînin.” 
 
‘EM NIKARIN DANÛSTENDINÊ BIKIN’
 
 
Sewalkar Huseyîn Işik jî anî ziman ku ew ji ber qeyrana aboriyê gelek zehmetiyê dikêşin û wiha got: “Tu qîmetê pereyê tirk nemaye. Her roj zem tê ser her tiştan. Salên berê kêm ba jî tiştek dima di destê me de. Lê niha bi zirarê em kar dikin. Em di vê sermayê de ji malê derdikevin, heya nîvro li vê derê dimînin û destvala vedigerin malê. Sewalan xwedî dikim û zirar dikim. Ji ber qeyrana aborî danûstendin nayê kirin. Her tişt pir biha ye, dê çawa çêbe em nizanin. Kes wekî berê sewalkariyê nake. Her kes belavî bajaran bûye.”
 
‘EZ NIKARIM DU KÎLO GOŞT BIBIM LI MALÊ’
 
 
Azîz Demîrhan jî destnîşan kir ku heke rewş bi heman awayî berdewam bike ew ê dest ji sewalkariyê berde û ev tişt anî ziman: “Ez sewalkariyê dikim lê belê nikarim du kîlo goşt bibim li mala xwe. Her tişt pir biha ye, dê çawa be? Tiştê îro dikirî, tu nikarî bi heman bihayî, sibê bistînî. Sewal di destê me de mane. Bihayê alif û ceh gelek zêde ye, em nikarin bistînin. 10 roj in ku têm û diçim meydanê lê belê min nekarî yek sewalê jî bifiroşim. Her roja ku em tên, şaredarî ji me heqê ketina meydanê distîne. Ev rewş nikare wiha dom bike, divê çareseriyek were dîtin.”