Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan

img
STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG’ê ya têkildarî zarokên tên xebitandin, ji 2013’an heta niha herî kêm 971 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehya Kar (ÎSÎG) têkildarî zarokên tên xebitandin raporek parve kir. Di raporê de daneyên ji sala 2013’an heta niha hene. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sala 2013’an heta niha herî kêm 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
CÎNAYETÊN KAR HERÎ ZÊDE LI RIHAYÊ ÇÊBÛN
 
Li gorî daneyên raporê, herî zêde zarok li Rihayê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê li Rihayê di van salan de 49 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji zarokên jiyana xwe ji dest danîn 573 mêr û 98 jî zarokên keç in. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber qezayên trafîk-serwîsê 28, ji ber xeniqîn-jehrîbûnê 17 û ji ber perçiqîn-hezazan jî 14 zarokan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî raporê, ji zarokên jiyana xwe ji dest dayîn 380 di beşa çandinî/daristanê de, 71 jê di beşa înşaet/rê, 46 jê di beşa karkeriya metalê, 45 jê bicihkirina karkeran, 23 zarok jî di beşa xurekê de jiyana xwe ji dest dan. Hat gotin ku ji zarokan 79 jê penaber/koçber in.