Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de encamên mulaqatê aşkere nekirin

img
AMED - Hevserokê TUMBEL-SEN’a Amedê Mehmet Candar anî ziman ku aşkerenekirina encamên mulaqata “Ezmûna Bilindbûna di Peywîrê de” ya şaredariya bajarê mezin a di bin rêveberiya qeyûm de dide nîşandan ku pêvajo bi awayekî zelal nayê birêvebirin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de di 8’ê cotmeha 2023’yan de “Ezmûna Guhertina Paye û Bilindbûna di Peywîrê de” pêk anî. Aşkerenekirina encaman nîqaşa zelalbûnê dîsa anî rojevê. Di çarçoveya encamên ezmûnan ên di 30’ê cotmehê de hatin aşkerekirin de namzet di navbera 18-22’yê kanûnê de xistin mulaqatê. Tevî ku zêdetirî mehekê derbas bûye jî encamên mulaqatê nayên aşkerekirin. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUMBEL-SEN) ê Amedê Mehmet Candar diyar kir ku rêjeya serkeftina ezmûnê ya endamên wan bilind e û anî ziman ku dirêjbûna pêvajoyê fikarên wan ên di mijara zelaltiyê de zêde dike.
 
‘FIKARÊN ME YÊN LI SER ZELALTIYÊ ZÊDE KIRIN’ 
 
Candar ê têkildarî mijarê daxuyanî da wiha got: “di 8’ê cotmeha 2023’yan de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ezmûna Guhertina Paye û Bilindbûna di Peywîrê de hate pêkanîn. Di navbera 18-22’yê kanûnê de kedkarên rêveberiyên herêmî yên mafê guhertina paye û bilindbûna di peywîrê de bi destxistin xistin mulaqatê. Tevî mehek bi ser mulaqatan re derbasbûye komîsyona li şaredariyê hatiye avakirin hêj encamên mulaqatê aşkere nekirine. Ev yek jî weke Şaxa TUMBEL-SEN a Amedê fikarên me zêde dike ku pêvajoyeke zelal nayê birêvebirin. Em bibîr dixin ku saziyên têkildar divê derbarê mijarê de pêvajoyeke zelal bi rê ve bibin. Em ji rayagiştî re radigihînin ku em ê li dijî her cure pêkanînên neheq û bêhiqûqî sekinin û şopdarên encamên mulaqatan bin.”