Serokê Şaxa Emeklî-Sen a Wanê: Sala 2024'an dê bibe sala kuştina malnişînan

img
WAN - Serokê Şaxa Emeklî-Senê ya Wanê Tîmûr Sayyîgît diyar kir ku sala 2024'an wê bibe ew sal ku gel mehkûmî birçîbûn û mirinê bê kirin û got: "Malnişîn ji bo nemirin, gava bazara taxê belav dibe, diçin çopên li bazarê tev didin." 
 
Li gorî hesabê enflsayona salane ku wekî ji sedî 64,77 hat ragihandin; mûçeyên karmend û karmendên malnişîn ji sedî 49,25 hat zêdekirin. Piştî bertekan Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ragihand ku dê mûçeya malnişînên SSK û Bag-Kurê ku ji sedî 37,57 hatibû zêdekirin, ji sedî 5 bê zêdekirin. Herî dawî Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan jî ragihand ku dê mûçeyên malnişînên SSK û Bag-Kurê ji meha çileyê ve ji sedî 49,25 bê zêdekirin. 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Malnişînan (Emekli-Sen) ya Wanê Tîmûr Sagyîgît diyar kir ku ew wekî kesên malnişîn di bac û hatinê de edaletê dixwazin û bal kişand ser mûçeyên Serokomar, wezîr û parlamenteran. Sagyîgît ku bertek nîşanî zêdekirina ji sedî 5 ya kesên mûçeyên wan 7 hezar û 500 TL ye û got ku ev rêje beranberî 350 TL'yî dike. Sayyigit wiha got: “Ev zêdebûn heqê daneke xwarinê ye. Em sedeqeyê ji desthilatê naxwazin."
 
'ÇOPÊN BAZARÊ TEV DIDIN'
 
Sagyîgît, diyar kir ku kesên malnişîn ji bo debara xwe bikin zor û zehmetiyê dikişînin û wiha berdewam kir: “Malnişîn ji bo nemirin, gava bazara taxê belav dibe, diçin çopên li bazarê tev didin. Vê hikûmetê sala 2024'an wekî 'sala kuştina malnişînan' îlan kir. Teqez e, ew dixwazin malnişînan bikujin. Ger sala 2024'an bûbûna sala malnişînan, dê ne ji sedî 5, dê ji sedî 25 paya refahê bidana. Yanî dê mûçeyê herî kêm bikirana 20 hezar TL. Piştî hilbijartinê dê enflasyon ji sedî 200 zêde bibe. Di van şert û mercan de em ê çawa debara xwe bikin?"
 
'AKP'Ê EM XIZAN KIRIN'
 
Endamê Emeklî-Senê Osman Nûrî Noyan jî diyar kir ku berpirsyarê vê rewşa xerab desthilata AKP'ê ye. Noyan anî ziman ku polîtîkayên şer welat mehkûmî xizaniyê kiriye û got: “Salên berê me bi awayekî debara xwe dikir. Ji roja ku AKP bûye detshilat, em rastî pirsgirêkên aborî tên. Tê bîra min nayê bîra min li welêt şer heye. Em aştî, aramî û edaletê dixwazin. Ji ber van sedeman em mehkûmî birçîbûnê hatine kirin. Ma qey mafê me yê jiyanê nîn e?" 
 
Endamê Şaxa Emekli-Senê ya Wanê Yakûp Altûn diyar kir ku teqawît mehkûmê birçîbûnê hatine kirin û got: "Em ê çawa debara xwe bi 10 hezar TL'yan bikin?" Altûn bi lêv kir ku ew mehane 3 hezar TL didin xaza xwezayî û gava heqê ceryan û kirê jî lê zêde bikin heya dawiya mehê tu tişt bi wan re namîne û got: “Em ê çi bixwin, çi vexwin?"