Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bihayê mazotê re ji bo ji îro pê ve derbasdar bibe lîreyek û 15 qûrîş zem hate kirin. Piştî zema hate kirin li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir. 
 
Piştî liv û tevgera di dovîz û petrolê de û zemên li KDV’ê û OTV’ê hatin kirin, li bihayê mazotê jî zem hate kirin. Ji bihayê mazotê re ji bo ji îro pê ve derbasdar bibe lîreyek û 15 qûrîş zem hate kirin. Piştî zema hate kirin li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir. 
 
Beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê bihayê lîtreya benzînê 19,76 lîreyî, bihayê lîtreya mazotê jî 18,58 lîreyî dihate firotin. Ji hilbijartinan heta niha ji benzînê re 18 lîre, ji mazotê re 21 lîre zem hatine kirin.