Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’

img
ENQERE - Di roja ewil a Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama “têkoşîna hevpar” derket pêş. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Eywana Konferansan a Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) 11’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Lijne dê 3 rojan bidome û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl tev li roja ewil bûn. Her wiha gelek sendîka û konfedarasyonên navneteweyî jî tev li lijneyê bûn. 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan weke serokê dîwanê hate hilbijartin. Lijne, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevserokên Giştî yên KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl û Mehmet Bozgeyîk axivîn. 
 
YEŞÎL: KAPÎTALÎZM VEGUHERÎ KRÎZA ŞARISTANIYÊ 
 
Yeşîl, got ku li Tirkiye û cîhanê gelek krîzên piralî hene û wiha dom kir: “Pergala kapîtalîst di nava alozî û guherînê de ye. Kapîtalîzma ku di kedxwariyê de tu sînoran nas nake, êrişî destkeftiyên bindestan dike. Hewl dide bedela krîzên bi destê xwe afirandine têxe stûyê mirovan û xwezayê. Tevahiya komên sermayeyê yên kûrewî di nava hevparîbûnekê de tevdigerin. Mixbin otorîterbûn, xizanî û polîtîkayên şer roj bi roj xurtir dibin. Kapîtalîzm êdî veguheriye krîza şaristaniyê. Her wiha israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de didome. Êrişên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê, weke polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd derdikeve pêşiya me. Polîtîkayên qeyûman, girtina siyasetmedaran û hwd. nîşan didin ku îktîdar xwe bi pirsgirêka kurd xweyî dike.” 
 
BANG LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ KIR 
 
Bozgeyîk jî polîtîkayên îktîdarê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Hewl dide bi operasyonên derveyî sînor û dijminatiya li kurdan alîgirên xwe konsolîde bike. Piştî hilbijartinên gulanê, rejîma yekzilamî êrişên xwe zêdetir kir. Xuyaye ku dê kûrbûna krîza aborî û êrişên li dijî nûnerên gelê kurd bidomin. Demokratîkbûneke herî biçûk dê dawiya îktîdarê bîne lewma hêzên ewlekariyê weke xebatkarên şîrketê tên bikaranîn. Li dijî vê yekê berpirsyartiyeke mezintir dikeve ser milê hêzên demokrasiyê.” 
 
Dema Bozgeyîk bal kişandî ser têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn mezin dibe jî  li eywanê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” olan da. 
 
FÎNCANCI: EM MIROVÊN TÊKOŞER IN
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci jî bi dirûşma “TTB bêdeng nebû dê bêdeng nebe” dest bi axaftina xwe kir. Fîncanci, wiha got: “Em ew kes in ku li dijî faşîzmê û ji bo gelên xwe têdikoşin. Dewleteke ku bikare me ji peywirê bigire nabe. Tenê hempîşeyên me dikarin. Em ê vê têkoşînê bi hev re bidomînin.”
 
Di heman demê de Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz jî got ku têkoşîna demokratîk yek ji girîngtirîn eniyan e. Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur dê bi avakirina tifaqa civakî bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Hasena girîngiya têkoşîna kedê ya ji hêla dîroka civakî û siyasî ve vegot. Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuş, di axaftina xwe de divê li dijî kesên gefê li hebûna wan a birêxistinkirî dixwin, têkoşîneke hevpar bimeşînin.  Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren jî ev peyam da: “Ji bo tunekirina faşîzmê, hewcehî bi têkoşîna hevpar heye. Heta ku ev têkoşîn neyê dayîn dê pêşerojeke azad jî nebe. Divê em vê têkoşînê ji bo kesên li Rojava bûne nemir, ji bo girtiyên siyasî bimeşînin.”
 
Piştî axaftinên nûnerên saziyan, roja ewil a lijneyê bi dawî bû.