Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin

img

ÎZMÎR - Du rayedarên febrîqeya li Îzmîrê ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin.  

 
Di 17’ê çileyê de li febrîqeya parfumê ya li Herêma Pîşesaziya Organîzeyî ya li navçeya Çîglî ya Îzmîrê ku demek berê dawî li fealiyetên xwe anî bû şewat derketibû. Di şewatê de bavê 3 zarokan Kadîr Zor (43) û Yelît Ozçelîk (49) jiyana xwe ji dest dan û Mûstafa Zor (45) û Abdullah Genç (45) jî birîndar bûbûn. 
 
Têkildarî şewatê lêpirsîn hatibû destpêkirin û rayedarên febrîqeyê M.U. û B.Ç. duh hatibûn binçavkirin. Her du kes jî hatin girtin.