Di şewata li Îzmîrê de karkerekî jiyana xwe ji dest da

img
ÎZMÎR - Li Herêma Pîşesaziyê ya Îzmîrê di febrîqeyekê de şewat derket û karkerekî jiyana xwe ji dest da. 
 
Di febrîqeya Lûnayê ya li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Ataturkê ya Çîglî ya Îzmîrê şewat derket. Di şewatê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn. Karkerên birîndar bi ambulansan li nexweşxaneyan hatin veguhestin. Komên agirkujiyê şewat vemirandin. Hêj nehatiye zanîn bê ka şewat ji ber çi derketiye.