Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet

img
ENQERE - KESK’ê “Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê” parve kir û got ku dê dengên xwe ji bo jiyaneke birûmet û aştiyane bi kar bînin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî hilbijartinên 14’ê gulanê “Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê” parve kir. Daxuyanî li Navenda Giştî ya KESK’ê hate dayîn û pankartên  “Na ji rejîma yekzilamî re!” û “Em ê dengê xwe bidin ked, wekhevî, demokrasî, edalet, laîktî û azadiyê!” hatin vekirin. 
 
‘EM DIZANIN KU SERDEMEKE DIYARKER E’
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku dê hilbijartinên pêş, sedsala pêşiya me diyar bikin û wiha got: “Em ê di navbera du vebijêrkan de tercîha xwe bikin. An em ê biryar bidin ku pergala otorîter a civakê difetisîne, bi polîtîkayên sermayeyê re kedkaran xizantir dike û dahatûya me girêdayî biryarên keyfî ya yekzilamî bidome yan jî em ê vê pergalê bi dawî bikin. Kedkarên cemaweriyê baş di ferqê de ne ku ev serdem, ji bo Tirkiyeyê serdemeke diyarker e. Dê bi biryara xwe bandoreke erênî li jinûveavakirina komarê ya li ser esasên demokratîk, wekhevî xwaz, azadîxwaz û laîk bike.”
 
‘REJÎMA YEKZILAMÎ CEMAWERÎ TÊK BIR’
 
Bi domdarî Bozgeyî ev tişt anî ziman: “Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê bû sedema têkçûna saziyên cemaweriyê, kûrbûna bêhiqûqiyê, xizantiyê û cihêkariyê. Dê kedkarên cemaweriyê di vê hilbijartinê de ji pergala yekzilamî re bibêjin ‘na.’ Dê dengê xwe ji bo avakirina pergaleke parlamenteriyê ya xurt bi kar bînin. Kedkarên cemaweriyê dê dengê xwe ji bo Tirkiyeyeke ku mafên xebatên yên kedkaran di Destûra Bingehîn de hatine parastin bi kar bînin. Di serdema îktîdara AKP’ê de binpêkirina mafên me yên sendîkayî derket lûtkeyê. Kedkarên cemaweriyê terkî xizanî û hejariyê hatin kirin. Mafê grevê bi awayekî pergalî hate paşxistin ku nema dikare bê bikaranîn.” 
 
‘KEDKAR DÊ DENGÊ XWE JI BO JIYANEKE MIROVANE BIDIN’ 
 
Herî dawî jî Bozgeyik wiha got: “Kedkarên cemaweriyê dê dengên xwe ji bo jiyaneke mirovane bidin. Qonaxa dawî ya îktîdara AKP’ê bi Rejîma OHAL’ê derbas bû. Bi dehhezaran kedkarên cemaweriyê bi sedema KHK’an ji kar hatin derxistin û hemû mafên wan hatin binpêkirin. Kedkarên cemaweriyê ji bo bidawîkirina vê pergalê û vê bêhiqûqiyê dê dengê xwe bidin. Îktîdara AKP’ê ji destpêkê heta niha hebûna xwe li ser şer ava kir. Daxwaza aştiyê hate cezakirin û polîtîkayên şer hatin pêşxistin. Polîtîkayên wê yên milîtarîst bi xwe re dijminatî pêş xist, rê li ber gelek mirovan vekir, çavkaniyên aboriyê tune kir û gel hîn bêhtir xizan kir. Bi polîtîkaya qeyûman mafê bijartin û hilbijartinê tune hat hesibandin. Kedkarên cemaweriyê dê dengê xwe ji bo jiyaneke birûmet û aştiyane, ji bo çareseriyên bi rêya guftûgo û muzakereyan bi kar bînin.” 
 
Temamiya Belgeya Helwestê ya KESK’ê li ser malpera wan hate parvekirin.