Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist

img
RIHA - Dilxwazê AFAD’ê Fettullah Kaya ji ber ku tev li xebatên rakirina kavilan bûye, şîrketa lê xebitiye bêyî hincet ew ji kar derxistiye. Kaya da zanîn ku şîrketê destûr daye wî tev li xebatan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxistiye û got ku ew doza heqê xwe dike. 
 
Dilxwazê AFAD’ê Fettullah Kaya ku di şîrketa bi navê Mezopotamya Maden Bazaltê de karê hejmaryariyê dikir, piştî ku di 6’ê sibatê de erdhej çebûye AFAD’ê bang li wî kiriye û tevlî xebatên rakirina kavîlan bûye. Kaya tevî ku bi destûra şîrketê tevlî xebatan bûye jî bêyî hincet ji kar hatiye derxistin. Kaya bi lêv kir ku ew 18 rojan di karê rakirina kavilan de xebitiye ye û heqê 11 rojan ji meaşa wî hatiye birîn.
 
Kaya anî ziman ku di meha çileya 2023’an de dest bi kar kiriye û wiha got: “Di 6’ê sibatê de AFAD’ê bang li me kir ku em tevlî xebatên rakirina kavilan bibin. Min jî ji şîrketê destûr xwest û di destpêkê de li Rihayê û pişt rê jî li cihên din ên bandor ji erdhejê girtine tevlî xebatên rakirina kavilan bûm. Di 18’ê sibatê de şîrketê ji min re peyam şand ku vegerim ser kar. Lê ji ber ku rê xirab bûn, bi zorê di çend rojan gihaştim Rihayê. Dema ez vegeriyam ser kar, nexweş bûm û şîrketê jî ez şandim nexweşxaneyê. Ez li nexweşxaneyê bûm, di 24’ê sibatê de şîrketê ji min re peyam şand û got, ‘Edî neyê kar, me te ji kar derxistiye.’ Bêyî hincetan nîşan bidin, ez kar derxistim. Li ser vê yekê, ez li kîjan berpirsê şîrketê geriyam jî bersiva min nedan. Ez nizanim ji ber çi ez kar derxistim.”
 
HEQÊ 11 ROJAN JI MEAŞÊ WÎ BIRÎNE
 
Bi domdarî Kaya diyar kir ku şîrketê di 18’ê sibatê de bang li wî kiriye, lê li ser sepana 'e-devlet'ê tê xuya kirin ku di 13’ê sibatê de ew ji kar hatiye derxistin û ev tişt anî ziman: "Ji bo ez tevlî xebatên rakirina kavilan bibim destûr jî dabûn min, lê niha nizanim ji ber çi ez kar derxistim. Ez ji kar avêtim lê tazmînat jî nedan. Destûr dan ku biçim. 18 rojan li nav kavilan xebitîm, lê heqê 11 rojan ji meaşê min birîne. Çendî hat daxuyandin ku li herêmên erdhejê divê tu kes ji kar neyê derxistin jî, lê karsaz bi awayekî keyfî ez kar ji derxistim.”
 
‘NIKARIM DEBARA XWE BIKIM’
 
Di berdewamê de Kaya bi lêv kir ku ji ber ku ji kar hatiye derxistin di warê aborî de tengijiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez jî mexdûrê erdhejê me. Ji ber ku ez jî li cihê erdhejê bûm. Ji aliyekî ve hê bandora erdhejê li ser me heye, ji aliyê din ve jî ez ji kar hatim derxistin û pirsgirêka debarê heye. Li gel van rojên giran ku hatin serê me, karsaz bi awayekî keyfî min ji kar derxist. Ji ber vê ez nikarime debara xwe bikim.”
 
‘EZ HEQÊ XWE DIXWAZIM’
 
Kaya destnîşan kir ku wî li dijî vê yekê doz vekiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê armanc dikim ku karkerên din jî hêzê ji min bigirin û doza heqê xwe bikin. Daxwaza min ew e ku heqê xwe bi dest bixim. Ez heqê xwe dixwazim. Bêyî hincet û tazmînatê ez ji kar derxistim. Bila tazmînata min bidin. Banga min ji bo hemû karkeran re ku li dijî van pêkanînên karsazan ên kêfî bibin yek.”
 
MA / Mahmût Altintaş