Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da

img
ENQERE - Di şewata febrîqeyeke li sîteya Saraykent a navçeya Kazanê de karkerekî jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Sîteya Saraynkent a li Taxa Saray a Kazana Enqereyê, di febrîqeyeke amûrên otomotîvê hildiberand de şewat derket. Bi derketina şewatê re gelek tîmên agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin û agir hate vemirandin. Di şewatê de ciwanê bi navê Îsmet Doygun ê 27 salî jiyana xwe ji dest da. Karkerekî di şewatê de birîndar bûyî jî niha li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.