TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir

img
ENQERE - TUİK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir. Li gorî daneyan, 62 hezar kes li bêkaran zêde bûn û hejmara giştî ya bêkaran bû 3 milyon û 633 hezar kes. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir. Li gorî TUÎK’ê; li seranserî Tirkiyeyê li gorî mehek berê 62 hezar kesên din ên ser 15 saliyê re bêkar mane û hejmara giştî ya bêkaran bû 3 milyon û 633 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê 0,1 pûanan zêde bû û weke ji sedî 10,3 hate hesabkirin. 
 
Di heman demê de hejmara kesên temenên wan di navbera 15-24 salî de ku hejmara ciwanên bêkar li gorî mehek berê pûanek zêde bû û weke ji sedî 18,9 hate hesabkirin.