Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt

MÊRSÎN - Esnaf Oktay Avcû ku li dijî qrîz, zem û bêkariyê derket, got ji "Erdogan" re û qeseya xerabe ya pereyan hilavêt. Polisan, pankarta ku esnaf Avcû xwest vebike jî bi hinceta "lêkolînê" desteser kir. 
 
Li Mêrsînê, esnafê bi navê Oktay Avcû ku li dijî qrîz, zem û bêkariyê derket, got ot ji "Erdogan" re û qeseya xerabe ya pereyan hilavêt. Avci, xwest li ber derê dikana ku dixebitîne daxuyanî bide. Polisan, pankarta ku Avcû xwest vebike jî bi hinceta ku "li ser lêkolîn" bike desteser kir. Avcû, diyar kir ku rastiya li welat tîne ziman û hat dîtin pankarta ku xwest vebike jî li ser ev tişt nivîsandiye "Her der birçîbûn, her der zilm, her der tirs, her der bêedaletî, her der tepisandin, her derê bêkêfî lê em natirsin". Avcû, bertek nîşanî polisan da û ji wan re ev tişt got: "Hûn li cihê karê min azadiya min bi sînor dikin. Vê qeseya xerabe ya pereyan hîldîavêjîme Erdogan."
 
'WELATÊ KU 20 MILYON KES LÊ BÊKAR IN'
 
Di daxuyaniya xwe de Avcû ev pirs "Çima hesûdiya welatekî ku 20 kes lê bêkar in bê kirin?" kir û wiha axivî: "Welatên  Ewropa me dihesidin newsa Erdogan. Ewropa xwe ji xwe re matmayî maye  ku welatek çawa wiha  xebat tê birêvebirin û vediguhere dojehê. Belê Ewropa, Asya, Rojhilata Navîn, welatên ereban hesûdiya Tirkiyeyê didin lê hesûdiya xweza, çiya, roj û çar demsalên wê dikin."