Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin

img
COLEMÊRG - Bêrîvanên gundê Aşûtê yê Çelê ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin wesayîtan bigirin û biçin pezê xwe bidoşin. Ji ber vê yekê her roj 6 km’an bi meşê diçin cihê bêrê û tên. 
 
Israra desthilatdariya AKP-MHP’ê ya di şer de dike ku qeyrana aboriyê ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir bibe. Bi bihabûna sotemeniyê re êdî heqê wesayîtan jî roj bi roj bihatir dibe. Wekî li bajaran, li gundan jî welatî ji bihabûna sotemeniyê zêde bibandor dibin. Yek ji van deveran jî gundê Aşûtê yê Çelê ya Colemêrgê ye. Bêrîvanên Aşûtê ji ber bihabûna heqê mazotê êdî nikarin wesayîtan bigirin û neçar dimînin ku bi meşê biçin cihê bêrê û vegerin. Bêrîvanên gund derheqê mijarê de bi ajansa me re axivîn. 
 
Ji bêrîvanan Sûna Edîş (80) destnîşan kir ku tevahiya jiyana xwe li gund derbas kiriye û wiha got: “Em saetên zû yên serê sibe hişyar dibin û ji ewil kar û barên malê dikin. Piştre jî ji bo dotina pez dikevin rê. Di demên berê de em diçûn zozanên xwe û bi mehan li wir diman. Lê niha ji ber qedexeyan nikarin biçin. Em fêkî, zebze û gûzên xwe li nava gund kom dikin. Lê ji ber bihabûnê em nikarin bifiroşin û di destê me de dimînin. Lewma nikarin debara xwe bikin. Ji ber zemên li sotemeniyê hatine kirin, em nikarin wesayîtê bigirin û biçin zozanan. Ji ewil bo serê bêrîvanê 400 TL dixwestin lê niha 550 TL’an dixwazin. Me jî pê çênabe ewqas pere bidin. Pezê hinek bêrîvanan kêm e û ber nakeve ewqas pereyan bidin. Sedema zeman, şer e. Erdogan dawiya xelkê anî. Ji ber van şer û qeyranan em nizanin dê halê me çi be.” 
 
3 KM’AN DIMEŞIN 
 
Bêrîvana bi navê Zubeyde Edîş (56) jî da zanîn ku ev 39 sal in karê bêrîvantiyê dike û wiha domand: “Lê di van 20 salên dawî de me çi xweşî nedîtin. Ji ber bihabûna sotemeniyê em nikarin biçin zozanên xwe û nav pezê xwe. Hûn jî baş dizanin sedema vê bihabûnê kî ye. Me bi ajokar re li hev kir ku wesayîtê bi 400 TL’an bigirin. Heta bûyî êvar me dît ku mazot biha bû û ajokar heqê rê derxist 550 TL’an. Derfeta me tune ye lewma me dev jê berda. Em her roj nêzî 3 km’an dimeşin. Heke li ser rêya me pirek çêkiribûna dê bo me baştir bûbûya. Lê mixabin kesek bo me nabe alîkar.”
 
‘JIYAN LI ME BÛYE ZINDAN’
 
Bi domdarî Edîş daxuyand ku şîrê xwe gelemperî dikin maste û penîr û wiha pê de çû: “Ji ber bihabûnê kîloya penîr bûye 50 TL. Kesek nikare bikire. Em perîşe bûn. Jiyana me ketiye nava lepên hinek kesên din û çi xweşî nema ye. Em nikarin di bin destên kesên din de bijîn. Berê her tiştek di destê me de bû. Lê niha her tişt qedexe kirine û jiyan li me kirine zindan. Haya dewlemendan ji rewşa kesên xizan nîne. Li gundê me zarokên her malê çûne Stenbol û Antalyayê û dixebitin. Li gundê me êdî jiyan nema ye.” 
 
‘SEDEMA BIHABÛNÊ ŞER E’
 
Zubeyde Edîş bi lêv kir ku her devera gund li wan hatiye qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her şev li ser serê me heron difirin. Tirsa me ew e ku li serê van çiyayan bên kuştin. Ev jî bi xema kesekî nîne. Di demên berê de dema em diçûn zozanan, hemû gundî kom dibûn û diçûn. Lê niha ka 5-10 mal diçin an na. Ne wekî berê ye. Rêya me di niviyê de hiştine. Sedema vê qeyran û bihabûnê şer e. Li her devera cîhanê şer heye. Gundê ku ez lê ji dayik bûyûm û mezin bûyîm niha li min qedexe ye. Çima qedexe dikin? Ma ev der ne ya me ye? Her serê deqeyê helîkopter radibin. Di her rabûnê de gelek mesref tê kirin. Her şev derdorê gulebaran dikin. Pereyê wan fîşekan ji berîka me derdikeve. Tu nirxê pereyê tirkan nema ye. Her dever firotin û cihekî nefirotin nehêlan.” 
 
‘EV 40 SAL IN EM TÊN KUŞTIN LÊ KES DENGÊ XWE NAKE’
 
Herî dawî jî Edîş ev tişt anî ziman: “Çareserî, bi axaftinê dibe. Bi şer ne çareserî çê dibin û ne jî kesek tiştekî bi dest xwe ve tîne. Ji bo şer ê Rûsya û Ûkraynayê hemû cîhan rabû ser pêyan û gotin mirov tên kuştin. Lê ev bû 40 sal em tên kuştin lê belê ne kesek dengê xwe derdixîne û ne jî dewletek radibe ser pêyan. Rêya çareseriyê ew e ku statûya kurdan bidin û ev şer bi dawî bibe. Wê demê hemû kes dê bi dilrehetî jiyana xwe bidomîne.” 
 
MA/ Mazlum Engîndenîz