Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye

MÊRDÎN - Li Deşta Mezopotamyayê paleyiya genim dest pê kir. Cotkarên ku ji berdariya îsal razî ne anîn ziman ku lê fiyetê mazotê û maliyetên din pişta wan şikandiye. 
 
Li Deşta Mezopotamyayê paleyiya genim dest pê kir. Îsal berdariya erdên bejî li gor yên avî kêmtir e. Cotkarên ku ji berdariya îsal razî ne anîn ziman ku lê fiyetê mazotê û maliyetên din pişta wan şikandine. 
MAZOT EW PERÎŞAN KIRIYE
 
Cotkar Fazil Sariyer anî ziman ku berê berdarî çêtir bû û fiyet jî baş bû. Sariyer diyar kir ku li ber maliyetê û enflasyonê fiyetê hatiye diyarkirin ne tu fiyet e û got: "Ev ne di destê cotkaran de ye. Cotkar tenê hildiberîne. Dewlet jî fiyet diyar dike. Ji lew re cotkar deyndar e û nikare berê xwe hilîne. Lewma ji bêgavî bi erzanî difiroşe. Jixwe desteka ku dewlet dide DEDAŞ dest datîne ser. Em dixwazin dewlet fiyet zêde bike." 
 
Sariyer destnîşan kir ku maliyet pir zêde ye û got: "Berê gava traktor li nava erd dixebitîn mazot ne di bîra me de bû. Me heqê mazotê li nav mesrefan nedinivîsand. Lê îsal me nêzî hezar donim erd daniye. Em ê tenê pûlix lêxin. Heqê pûlix tenê 50 hezar e. Berê me hemû karê xw edikir, heqê mazotê 8-10 hezar digirt, lê îsal tenê ji bo pûlix 50 hezar lê diçe. Îja çandina vê, dermankirina vê, kişandina boriyan hwd. heye. Fiyetê mazotê cotkar perîşan kiriye." 
 
Sariyer destnîşan kir ku ji ber fiyetê mazotê cotkar û xwediyên bîçeran li hev nakin û got: "Berê bîçer dihatin bi kayê berên me radikirin û bi ser de jî pere didan. Lê îsal ji ber fiyetê mazotê xwediyên bîçeran serê remoqa kayê 750-800 lîreyî dixwazin. Êdî li herêma Mêrdînê ne serê donimê, em serê romoqê heqê bîçerê didin. Par bi 230 lîreyî bû, lê îsal ji bo romoqek ka em 750 TL didin. Ka îsal bûye 650 lîre. Em kaya xwe gişî bifiroşin jî heqê bîçerê dernaxe." 
 
HESABÊ KAYÊ
 
Xwediyê bîçerê Cîhat Safî jî diyar kir ku berdariya îsal baş e, lê fiyetê mazotê pir biha ye. Safî anî ziman ku ew xwediyên bîçeran jî pir zehmetiyê dikişînin û got: "Mazot çûye û çûye. Tu qezencek me tune ye. Em tenê îdare dikin." 
 
Safî anî ziman ku berê bi beranberiya kayê genim radikirin, lê cotkar ji ber ku li benda zêdebûna fiyetê kayê disekinin kayê nadin xwediyên bîçeran. Safî diyar kir ku hejmara bîçeran zêde bûye lê kar kêm bûye û got, xwediyên bîçeran jî ji bo betal nemînin ji mecbûrî bi fiyetekî erzan zad radikin.