Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e

img
STENBOL - Civaknas Neşe Erdîlek diyar kir ku polîtîkaya şer a desthilatê civakê bêhêvî û bedbext dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan demildest divê ev desthilat biguhere. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin û bi vê re Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan jî li ser hev gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Ji ber vê polîtîkaya şer û êrişkar a desthilatê li Tirkiyeyê krîza aborî û siyasî jî her diçe kûrtir dibe. Civaknas Neşe Erdîlek polîtîkaya şer a desthilatê nirxand. 
 
KRÎZA HERÎ KÛR
 
Erdîlek anî ziman ku desthilata ku di nava krîzeke siyasî û aborî de ye, ji bo xelasiyê serî li polîtîkayên şer dide. Erdîlek destnîşan kir ku desthilat ji bo ku krîzan ji rojeva gel derxîne şer daxilî nava rojevê dike û got: "Desthilat hem di siyaseta navxweyî hem jî ya derve d etengijiye. Ji bo muxalefeta civakî ya her diçe zêdetir dibe bitepisîne jî şer kiriye rojeva xwe ya sereke. Em li Tirkiyeyê gelekî bi mînakên bi vî rengî re rû bi rû dimînin. Ev rêbazeke ku berê jî serî lê hatiye dayîn. Niha li Tirkiyeyê krîza aborî û siyasî ya herî kûr rû dide. Bi vî awayî atmosfera şerekî pir cidî tê afirandin. Divê mirov hay ji vê hebe." 
 
Erdîlek destnîşan kir ku şerê bi salan ê li Tirkiyeyê veguheriye qeyraneke civakî jî û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê mirov tim ber bi atmosfera şer ve tên hêlkirin. Li Tirkiyeyê mirov êdî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Tengijîna di hundur de li bara civakê vediguhere hêrsê û qeyranê. Desthilata ku çareyekê ji pirsgirêkên gel re peyda nake jî ji bo pêşîlêgirtina vê hêrsê û qeyranê serî li şer dide. Êrişên niha tên kirin jî ev in. Desthilat ji bo hilbijartina ku hindik maye jî şer wekî amûrekê ji xwe re bi kar tîne. Lewma bi şer mirovan çavtirsandî dikin û dê ev çavtirsandin bidome jî." 
 
Erdîlek di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku li Tirkiyeyê pergaleke ku civak xwe bisipêrê tune ye û wiha got: "Ev dibe sedema rûxandinine şexsî û ruhî. Her wiha her diçe rê li ber rûxandineke civakî û girseyî jî vedike. Ger hûn raibin hemû hêviyên mirovan tune bikin, dê xwekuştin, bûyerên tahdeyê yên takekesî û bûyerên tahdeyê yên girseyî rû bidin. Ev hemû tên serê me. Çare jî demildest divê ev desthilat biguhere. Heya ev desthilat li ser kar be ne pêkan e ev rewşa şerî û bêçareyî ji holê rabe."