Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin

img
WAN - Li navçeya Artemêtanê, ji ber hişkesalî û zêdebûna mesrefan bera giha nîvî nîvî kêm bûye û cotkar weke çareserî dest bi firotina sewalên xwe kirine.
 
Li gundê Engêl ê navçeya Artemêtanê ya Wanê, ji ber hişkesalî û zêdebûna mesrefê bera giha û kayê kêm bû. Cotkaran, diyar kir ku li ber salên borî bera giha û kayê îsal nîvî nîvî kêm bûye û gotin ku ew çareyê di firotina sewalên xwe de dibînin. Cotkar Abdî Gemî (70), diyar kir ku cara yekemîn e hişkesaliyeke wiha dibîne û wiha got: "Cotkarî hatiye besta qedandinê. Di asteke têrker de ji bo cotkaran alîkarî nayê kirin. Îsal hişkesaliyeke mezin heye. Ne av ne giha ne jî çandinî heye. 70 salî me, heta niha min hişkesaliyeke di vê astê de nedîtiye. Her sal me tonek giha diçinand. Me îsal qet neçinand. Min 100 donim erd avêt lê tiştekî jê negirt. Mesrefa xwe jî dernexist. Bihayê her tiştî zêde dibe. Torbekî gubrê bûye 250 TL. Êdî mîna berê çandinî nayê kirin."
 
SEWALAN DIFIROŞIN
 
Welatî Hakan Balandi jî destnîşan kir ku balyayên giha 15 TL zêde bûne û ji ber vê yekê nikare li 4 dewarên xwe binêre û ev tişt anîn ziman: "Li gund gundiyên ku giha nabînin sewalên xwe difiroşin. Em bi derfetên xwe li ser piya ne. Li gorî sala borî şilî kêm e û ev ji sedî 70 bandor kir. Îsal mehsûl tune ye. Her sal ji erdê min 200-250 balye giha dihat. Îsal ji ber hişkesaliyê daket 100 balyeyî. Ji hêla dewletê bi tu awayî alîkariya me nayê kirin. Balyeyek giha bûye 50 TL. Kes nikare giha bikire. Ji neçarî sewalên xwe bi erzanî difiroşin. Heke piştgirî bihat a kirin me yê sewalên xwe nefirotina." 
 
MESREF GELEK ZÊDE NE
 
Welatî Firat Şenol jî bi lêv kir ku ji ber hişkesalî û mesrefên zêde tenê li nîvê erdê çandiniyê kiriye û wiha axivî: "100 donim erdê min heye lê min tenê li 50 donimî çandinî kir. Ew jî ji ber ku avî bû me ewqas lê çandinî kir. Heke ew ê jî ziwa bûna. Îsal hişkesaliyeke mezin heye. Tenê 5 hezar TL mesrefa min a mazotê bû. 10 hezar TL jî çû gubrê. Dema ku em ev hesab dikin em mesrefa xwe dernaxin. Ev giha têra sewalên me jî nakin. 3 roj in em li vir dixebitin. Em gihayên ku berhev dikin ji bo mehê zivistanê ji sewalên xwe hiltînin. Heke wiha biçe wê cotkarî biqede."
 
MA / Bariş Donmez