Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin

img

ÎZMÎR - Li Sûka Kemeraltî ya Dîrokî ya herî qerebalix de, ji ber qeyrana aboriyê, di nava salekê de nêzî 250 dikandaran îflas kirin.  

Li Tirkiyeyê, ji ber qeyrana aborî ya ku her roj kûrtir dibe û şewba vîrûsa koronayê ya ku 2 salin dewam dike, welatî yek bi yek îflas dikin. Dikandarên ku ji ber qeyrana aboriyê û şewbê nikarin bixebitin, deriyên kargehên xwe digirin û kîlît dikin. Li Îzmîra ku cihê hezkiriya tûrîzmê ye, dikandar rojên zor û zehmet dijîn. Sûka Kemeraltî ya Dîrokî ku weke “Dilê Îzmîrê” tê zanîn û yek ji sûkên herî mezine, dikandar îflas dikin. Di Sûka Kemeraltiyê de 11 hezar û 500 kargeh hene û di nava salekê de nêzî 250 dikandaran deriyên dikanên xwe girtin û îflas kirin.
 
DIKANDAR BI TENÊ HATIN HIŞTIN 
 
Serokê Komeleya Dikandarên Kemeraltiya Dîrokî ya Îzmîrê Semîh Gîrgîn, diyar kir ku qeyrana aboriyê bi şewba vîrûsê re hîn zêde kûrtir bû û wiha axivî: “Li sûka me, bandora qeyrana aboriyê berî 4 salan dest pê kir. Bi şewbê re rewş girantir bû. Di vê pêvajoyê de, kesên welat bi rêve dibin, tu alîkarî neda dikandaran. Şert û merc hatin nîqaşkirin, lê dîsa dikandar bi pirsgirêkên cîdî re rûbirû man. Em bi tenê hatin hiştin. Dikandarên Kemeraltiyê, hewl dan bi derfetên xwe li ser piyan bimînin. Bi hezaran dikandarê vê derê, debara malbatên xwe dikin. Tu qezenca dikandaran nîne, lê neçare ku her tim bacayê bide. Ev jî dikandaran dixe zoriyê. Em bi fikarin ku bi awayekî komî dest bi îflasê bê kirin. Li Sûka Kemeraltiyê 11 hezar û 500 dikandar hene. Di nava salekê de 250 dikandaran îflas kirin. Ger alîkarî ji bo dikandaran neyê kirin, ne pêkane ku carek din xwe komî ser hev bike.” 
 
YEK BI YEK ÎFLAS KIRIN 
 
Halîs Emekçî yê 13 salin li Sûka Kemeraltî ya Dîrokî dikandariyê dike, mexdûriyeta heyî bi bîr xist û wiha got: “Em berhemên xwe bi dolaran dikirin. Lîreya Tirk, li hemberî dolar nirx winda kir. Ji ber vê bihayê berheman ji bo me zêde tê. Ev jî bû sedem ku hêza kirînê ya mirovan bikeve. Di nava salekê de, li kolana ku lê dikandariyê dikim, nêzî 20 dikandaran ji ber qeyrana aboriyê deriyên dikanên xwe girtin. Va ye ez jî hatime ber îflasê.” 
 
Omer Yonden ê 8 salin li sûkê dikandariyê dike jî, wiha behsa rewşa xwe kir: “Me 14 mehan nekarî bixebitin. Gelek deynê min heye. Li welat qeyraneke aboriyê ya cîdî heye. Ev qeyrana aboriyê bi şewbê re zêdetir bû. Desthilatdarî, tu girîngî û alîkariyê nade dikandaran. Ez bawer nakim ku êdî karibim vê qeyranê derbas bikim.” 
 
HÊVÎ NEMAYE 
 
Gulcan Arslan a 14 salin li Sûka Kemeraltiyê karê firotina perde û mobîlyan dike jî, da zanîn ku ji ber qeyrana aboriyê ji gelek cihan pere deyn kiriye û wiha berteka xwe anî ziman: “Tişta ku em niha qezenc dikin, em didin deynê xwe. Desthilatdariyê, di pêvajoya pandemiyê de, tenê alîkarî da xwediyên sermayeyên mezin. Êdî di warê aboriyê û alîkarî dayînê de, tu heviya min ji desthilatdariyê nemaye.” 
 
‘EZ Ê DIKANA XWE SEDSALÎ BIGIRIM’
 
Mehmet Ozgur jî, diyar kir ku 22 salin li sûkê karê sifirê dike û wiha di nava xemgîniyek mezin de wiha qala rewşa xwe kir: “Li gorî salên derbas bûyî, dahata min kêm bûye. Qeyrana aboriyê herî zêde bandor li dikandarên piçûk ên kêm dahat kir. Di pêvajoya şewbê de, desthilatdariyê, dewlemend, hîn zêde dewlemendtir kirin. Lê dikandarên biçûk hîna nikarin deynên xwe bidin. Ez îro pir bi fikarim ku dikana xwe ya sedsalî bigirim û carek din nekarim dikandariyê bikim.” 
 
MA / Hakan Yalçin