Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan

img
WAN - Esnafên ku ji ber qeyrana aborî û pandemiyê zirar kirin neçar man ku yek bi yek deriyên kargehên xwe bigirin. Serokê SMMMO yê Wanê Îbrahîm Şahîn, diyar kir ku qezenca esnafan ji sedî 20’an daket ji sedî 2’yan. 
 
Li Wanê, ji ber krîza aborî û pandemiyê, di nava salekê de nêzî hezar kargeh hatin girtin. Esnafên ku hewl dan bi deynan û krediyan li ser piyan bimînin, ji ber zirara dahatê nikarin kirêya kargehên xwe bidin. Serokê Odeya Hesabgêrên Serbixwe û Şêwirmendên Aboriyê (SMMMO) Îbrahîm Şahîn, diyar kir ku esnaf rojên zor û zehmet dijîn. 
 
QEZENCA KAR KET
 
Şahîn, anî ziman ku qeyrana aboriyê li bajêr bi awayekê giran tê hîskirin û wiha axivî: “Herêm bi lêçûnên heyî debara xwe dike. Ji ber ku qezenca esnafan tuneye, nikarin bacaya ji sedî 70’î razînin. Êdî rewş wisan bûye, qezenca esnafan ji sedî 20-25 daketiye ji sedî 2-3’yan. Ligel ku bajarê Wanê di endeksa geşedanê de, di rêza dawî de ye jî, razemeniyek cidî lê nayê kirin. Ji xwe pişesazî lê tuneye. Her ku diçe çandinî û sewalkarî lê xelas dibe. Yek ji çavkaniyên wê yên dahatê Deriyê Sinorê Kapikoy hat girtin. Her çend karsazên karûbarên weke ( otêl / kafe) zêde bûne jî, lê ji ber pandemiyê hatin girtin. Hîna ev pirsgirêk dewam dikin. Em ji sedî 50-60 xizan bûn. Dema ku mirov nikaribe qezenc bike, wê nekare bide jî.”
 
HER ROJ ZIRAR DIKIN 
 
Dikandar Ercan Genç jî, da zanîn ku her roja diçe karê wan zortir dibe û wiha axivî: “Ez nikarim kirêya xwe jî bidim. Mehê 8 hezar TL zirar dikim. Niha ez bi krediyê li ser piyame. Berê min mehê 8 hezar TL qezenc dikir, lê niha 8 hezar TL zirarê dikim. Ez neçar mam ku kredî bikesim. Lê niha ez nikarim deynê krediyê bidim. Dîsa deynê min ê bacayê heye. Dema ku qezenca min tune be, ez nikarim tiştekê bikim. Ji bo ku dikandar nefesek rehet bigirin, divê alîkariya wan bê kirin.” 
 
BI DEYNAN LI SER PIYANE
 
Lezgîn Aslan ê dikandariyê dike jî, wiha bertek nîşan da: “Em bi derfetên xwe li ser piyan dimînin. Di pêvajoya pandemiyê de kargehên me her tim girtî bûn. Beyî ku em bixebitin me kira dan. Dewletê ji bilî 5 rûpoşan, tu alîkariyek din neda min. Her kes alîkariyê dide kesên derdora xwe. Niha hem mala min û hem jî kargeha min bi kirê en. Kirêya dikana min derket 2 hezar û 300 TL’an. Ji bo ku kirêya dikana xwe bidim, ji derdorê deyn digirim. Di vê pêvajoyê de me gelek zehmetî kişand. Heta em xwarina xwe jî bi deynan dikirin.” 
 
TEKANE TIŞTA HAT GUHERTIN PEYARE YE
 
Nîhat Turktam jî, dest nîşan kir ku di warê aboriyê de, hemû esnaf pirsgirêkan dijîn. Turktam, diyar kir ku di sezona vekirina kargeha xwe de, ji ber xebatên rê û peyarê nakarî qezenc bike. Turktam, da zanîn ku VASKÎ’yê dibin navê xebata karê binerd de, fatûre ji bo wan biriye û wiha hirsa xwe anî ziman: “Wan bûye qadeke mezin a înşaetê. Rêyên ku di pandemiyê de nehatin çêkirin, niha tên çêkirin. Karê ku divê di heftiyekê de biqede, 3 mehan dewam dike. Li vê derê ji bilî kevirên peyarê, tu tiştek din nehatiye guhertin. Ji bo ku em deynê bacayê bidin me pere deyn kir. Tu dikandarek nemaye ku deynê wê nebe.” 
 
MA / Bariş Donmez