Ji mutehîtan biryara boykotê: Lêkirina avahiyan rawestiya

img
RIHA - Mutehîtên Rihayê, li dijî bihabûna serktora înşaatê ji bo 15 rojan biryara rawestandina kar girtin û gotin ku pêkanîna bihaya yekdestî û zemên kêfî wan neçarî vê biryarê kiriye. 
 
Yekitiya Mutehîtên Înşaatê ya Rihayê ku girêdayî Konfederasyona Mutehîtên Înşaatê (ÎMKON) ye, li navçeya Karakopruyê li ber înşaatekê çalakiyek li dar xist û bal kişand ser bihabûna amûrên înşaatê. Serokê yekitiyê Mûstafa Onal, endamên lîjneya rêveberiya yekitiyê û bi dehan endamên yekitiyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Em ji bo neheqî û zêdebûna bihayên fahîş ên sektora çîmento û amûrên înşaatê bêdeng namînin û înşaata xwe didine rawestandin" hat vekirin. 
 
BANGA MUTEHÎT A LI KARKERAN
 
Serokê Yekitiyê Mûstafa Onal, axaftin kir û ragihand ku heta 24'ê îlonê çalakiya "Rawestandina Kar û Boykotê" li dar bixin û bi van gotinan bangî karkerên înşaatê kir: "Bila qalipkar, hesinkar, dûwarsaz û betonkar qet kes nexebite. Bila herkes hedê xwe bizanibe. Ev çî ye? Berhemê ku me sala borî bi 10 TL'yî dikirî îro bûye 10 TL. Ji ber vê hûn jî berteka xwe bînin ziman ku bila herkes hedê xwe bizanibe."
 
WELATÎ JÎ Û MUTEHÎT JÎ MEXDÛR E
 
Onal, da zanîn ku bihabûn ne tenê mutehîtan di heman demê de bandorê li welatiyan jî dike û ev tişt gotin: "Bihayê daîreyeke 1+1 bûye 2-3 milyon. Divê welatî jî bertek nîşanî vê zêdebûnê bidin. Welatî heman mûçeyî digirin lê bihayên daîreyan her roja ku diçe difirin. Em ji bihabûna bihayên daîreyan en razî ne. Dema ku bi 200 hezar TL'yî difirot zêdetir kar dikir. Bila rayedar me bi 3-5 şîrketan nedine eciqandin." 
 
BIRYARA RAWESTANDINA KAR
 
Di berdewamê de Onan, destnîşan kir ku zemên sektora înşaatê nayên qebûlkirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Me zêdebûna fahîş a sektora înşaatê pê re rû bi rû ye; ji Wezîrê Bazirganiyê û wezîrên eleqedar re gelek caran ragihand. Lê mixabin me encamek negirt. Bi taybetî jî pêkanîna bihaya yekdestî ya çîmento û zemên kêfî me neçar kirin. Weke sektora înşaatê, em mafê xwe yê demokratîk rawestandina kar û boykotê bi kar tînin. Ji bo sektora înşaatê ji bilî "rawestandina kar û boykotê" tu rê nemaye."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.