Hevdîtinên TÎS'ê dest pê kirin

img
ENQERE - Hevdîtinên Peymana Komkarî ya Serdema 6'emîn ku di wan de wê mafên civakî û malî yên kedkar û teqawîtên cemaweriyê bên diyarkirin dest pê kir. 
 
Hevdîtina yekemîn a Hevdîtinên Peymana Komkarî ya Serdema 6'emîn ku di wan de wê zema mûçeyê û mafên civakî û malî yên 4,2 milyon kedkar û 2,2 teqawîtên cemaweriyê bên diyarkirin, bi malovaniya Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê dest pê kir. Di civînê de Wezarî Ewlehiya Civakî û Xebatê Vedat Bîlgîn, ev tişt got: "Wê Tirkiye xebatkarên xwe di bin enflasyonê de neeciqîne. Em ê di ser enflasyonê de meselê binirxînin."
 
Memûr-Sen û Turkiye Kamû-Sen ku îsal biryara bi hev re tevgerandinê girtine, daxwazên hevpar diyar kirine. Her du konfederasyonan, ji hikûmetê ji bo meha tabanê 600 lîre zema wekhev, ji bo sala 2022'an ji sedî 21, ji bo sala 2023'an ji sedî 17, ji bo her sal jî ji sedî 3 û bi giştî ji sedî 6 zêdebûna para refahê xwestine.
 
Di nav daxwazên hevpar ên konfederasyonan de ji bo hemû karmendan dayîna zêdeke nîşanameya 3600, derbasbûna peymaniyan a qadroyê, ji bo karmendan jî razandina îkramiya cejnê, bersivandina baca dahatê ya ji sedî 15'an derbas dibe hene. Pêvahoya zemê ya ji bo karmend û karmendên teqawît ku îro dest pê kir wê di hefteya 3'yemîn a tebaxê de bi dawî bibe.  
 
KESK: DIVÊ MÛÇEYÊ HERÎ KÊM 6 HEAR Û 900 TL BE
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ku di hevdîtinan de cih digire jî ev daxwaz kirin: 
 
* Qanûna bihejmar 6288 ku mafê grevê ya kedkaran asteng dike divê bê guhertin.
 
* Divê windabûna ji sedî 8,5 a kedkaran ku du salên dawîn pêk hatiye bê telafîkirin. 
 
* Mûçeyê herî kêm ê karmendan derkeve 6 hezar û 900 TL’an.