Li Semsûrê karker Huseyîn Çalişir ê hesin ketiye ser, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî lêkolîna birçîtî û xizaniyê ya BÎSAM’ê; sînorê birçîtiyê yê malbateke 4 ferdên wê heyî di meha tebaxê de derket 12 hezar û 34 TL’an.
TCDD’ê ji bo fiyetên bilêtên trêna bilez zem kir.
KASED dê di salvegera damezrandina xwe de li baxçeyê Zarok Mayê konserekê li dar bixe.
Albûma “Şer” ku 15 komên muzîkê tê de stranekê dibêjin derket. Muzîkjenê kurd Kemal Yildirim têkildarî albûmê wiha got: “Ji hunera takekesî ya pêş ve diçe re bû bersivek. Me xwest karekî kolektîf û komînal bikin.”
Bi ser koça dawî ya hunermenda kurd Merziye Ferîqî re 18 sal derbas bûn, lê hîna jî dengê wê di dil û mejiyê her kesekê de xwedî cihekî taybet e. Hunermenda kurd Merziye bi deng, awaz û hunera xwe şoreş û evîn gihande hev.