Endamên KESK’ê yên ku ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin vegerin ser karên xwe, ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyabûn, xwestin biçin pêşiya Meclisê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Meşvanên KESK’ê yên ku ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin dîsa vegerin ser karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyan, li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Karkerên qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji kar derxistî, çalakiya xwe ya ji bo vegerin karê xwe di roja 78’an de didomînin. Karkeran, got ku ji wan tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîna xwe bidomînin.
Weşanxaneya Aramê 3 jê yên dîrokê û 2 jî roman bi giştî 7 pirtûkên nû çap kir.
“Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî” bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo azadiya ziman dîrokî ye û banga seferberiyê ji bo bidestxistina statuya zimanê kurdî hat kirin.
Nûnerên ol û baweriyan di komxebata zimanê Kurdî ya Wanê de bal kişand ser rola medreseyan a di pêşxistina zimanê Kurdî de û gotin ku divê li dijî qedexeya ser ziman li ber xwe bidin. Her wiha di xebatên ziman de xemsariya li hemberî zaravayê Kirmanckî jî hate rexnekirin.