Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir 2025-11-25 16:01:09 AMED - Ji bo kana madenê ya Madenvaniya Oyakê dixwaze li gundê Hûsika yê navçeya Xana Axparê veke, bi hezaran leşker li gund hatin bicihkirin.  Ji bo madena pomzayê ya koma 4’an ku Febrîqeya Çîmentoyê ya Oyakê dixwaze li qada daristana gundê Hûsika yê navçeya Xana Axparê ya Amedê vebike, leşker û xebatkarên febrîqeyê di saetên sere sibehê de hatin herêmê. Ji bo şîrket nimûneyên madenê bigire, bi hezaran leşker hatin gund û bi TOMA û wesayîtên leşkerî gund hate dorpêçkirin.    Leşkeran, têketin û derketina gund qedexe kirin. Piştî agahdarkirina şêniyên gund, rêveberên DBP, DEM Part yên navçeyên Xana Axparê, endamên Komîsyona Hawîrdor û Bajar a Baroya Amedê, hevşaredarên navçeyê, endamên Meclisa Ekolojiyê ya Amedê û gelek kes çûn herêmê.    Dema girseyê xwe gihandî gund, leşker û xebatkarên şîrketê yên nimûne girtin, dorpêça li ser gund rakirin û ji wir çûn. Ji şêniyên gund Şaban Turgay têkildarî mijarê got: “Tiştên îro li vir tên kirin, ji bo berjewendiyên şexsekî tên kirin. Bi hezaran leşker anîn vê derê. Nehiştin em ji gund derkevin. Çi dibe bila em ê rê nedin şîrketa madenê. Leşker tên vê derê û gefan li gundiyan dixwin.”    Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz jî got ku heke maden were vekirin dê şêniyên gund ji neçarî koç bikin û got: “Gel, ji bo xaka xwe neterikîne li ber xwe dide. Heke xwezaya li vir were talankirin dê qada jiyanê ya şêniyan bi temamî tune bibe. Em, li dijî talanê ne û bi gelê xwe re ne.”    ÇI BÛBÛ?    Ji bo kana madenê ya koma 4’an a Febrîqeya Çîmentoyê ya Oyakê dixwest li gundê Hûsika yê Xana Axparê biryara “Hecehî bi ÇED’ê nîne” hatibû dayin. Li ser vê yekê şîrketê dest bi birîna daran kiribû. Welatiyên bertek nîşanî xebatên şîrketê dan, ji hêla leşkeran ve hatibûn derbkirin û çendek kes hatibûn biçavkirin.    Komîsyona Bajar û Hawîrdorê ya Baroya Amedê, Komîsyona Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Ekolojiyê ji bo betalkirina biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” serî li Dadgeha Îdareyê dabûn.    Di çarçoveya dozê de tê payin ku di mehên pêş de keşf were kirin. Tevî doz didome jî xwezaya li wir tê talankirin.