Galîbaf: DYA’yê bawerî neda Îranê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Meclisa Îranê Muhammed Bakir Galîbaf got: “Aliyê din nekarî di tura muzakereyê de baweriyê bide şandeya Îranê. DYA’yê mantiqa me fêm kir; niha dora wan ka dê bikarin baweriyê bidin me yan na.” 

 
Serokê Meclisa Îranê Muhammed Bakir Galibaf têkildarî hevdîtinên bi DYA’yê re li ser platforma medyaya dijîtal X’ê daxuyanî da.  Galîbaf, anî ziman ku di tûra destpêkê ya muzakereyan de ya ku roja Şemiyê li Îslamabadê pêk hat, Washington ji bo Tehranê nebû cihê baweriyê.
 
Galîbaf, bi domdarî got: “Beriya danûstandinan min destnîşan kir ku em xwedî nêta baş û îradeya pêwîst in. Lê belê ji ber tecrûbeyên du şerên beriya niha em qet ji aliyê hember bawer nakin. Hempîşeyên min ên li heyeta Îranê hewldanên xwe yên ji bo paşerojê pêşkêş kirin, lê belê aliyê hember di vê tûra danûstandinan de nekarî ji bo heyeta Îranê bibe cihê baweriyê. Aliyê din nekarî di tura muzakereyê de baweriyê bide şandeya Îranê. DYA’yê mantiqa me fêm kir; niha dora wan ka dê bikarin baweriyê bidin me yan na."