Profesor Fouskas: Minkûn nîne ku DYA û Îsraîl bikarin jinûve teşe bidin Rojhilata Navîn

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Profesor Vassilis K. Fouskas, diyar kir ku DYA û Îsraîlê nekarîn hedefa xwe ya guherandina rejîmê pêk bînin û got: “Ne mimkûne ku DYA û Îsraîl bikarin jinûve teşe bidin Rojhilata Navîn.” 

 
Hevdîtinên agirbestê yên di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de duh li paytexta Pakistanê Îslamabadê dest pê kir. Hevdîtin, di roja 40’emîn a êrişên li dijî Îranê de hate kirin û her du aliyan jî daxwazên xwe rêz kir. Yek ji mijara herî sereke ya hevdîtinan jî rewşa Tengava Hurmuzê û parvekirina çavkaniyên li Îranê bû. 
 
Profesorê Dîroka Navneteweyî, Polîtîka û Aboriyê ya Zanîngeha Londona Rojhilat Vassilis K. Fouskas, têkildarî geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
ŞERÊ DUYEMÎN Ê CÎHANÊ BI BÎR XIST
 
Fouskas, îşaret bi polîtîkayên DYA’yê yên di tevahiya pêvajoyê de kir û di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de êrişa Japonyayê ya li dijî DYA’yê bi bîr xist. Fouskas, got: “Dewlemendên Japon, baş dizanîn ku êrişeke li dijî Pearl Harbor (baregeha deryayî ya DYA’yê ya li Hawaiyê) dê nekarin Amerîkayê têk bibe. Li dijî vê, armanca wan ew bû ku hêza DYA’yê ya li Pasîfîkê zeîf bikin û li Başûrrojhilatê Asyayê qadeke Japonya lê serwer ava bike da ku bêyî astengî pêş bikevin. Ji hêlekê ve mirov dikare bibêje ketibû xefika nakokiyên stratejiyên xwe û hesabên wan ên şaş jî tam di vê mijarê de derket holê.” 
 
PLANA DUYEMÎN A DYA’YÊ
 
Di berdewamê de Fouskas anî ziman ku DYA jî bi heman rengî di nava nakokiyekê de tengijiye û got: “DYA, dixwaze ji Kendava Basrayê heta piyasaya navneteweyî, bi taybet jî li ser dolarê û bi fiyetên biîstiqrar kontrola herikîna hîdrokarbonê ya ber bi Çînê ve kontrol bike. Dewlemendên DYA’yê, dizanin ku bombebaraneke li dijî Tehranê dê nekare rejîmê biguherîne. Ev rewş ne tenê ji bo gelên herêmê, di heman demê de ji bo hilbijêr û hikûmetên Rojava jî encamên nediyar (ji ber zextên enflasyonê û zêdebûna faîzê) bi xwe re bîne. Gelek kes ji ber stagflasyoneke nû (bi enflasyona bilind re sekinîna aboriyê) bifikarin.” 
 
GEFÊN NATO’YÊ
 
Di berdewamê de Fouskas îşraet bi nîqaşên tifaqa NATO’yê kir, gotina Serokê DYA’yê Donald Trump a “dema pêdiviya me pê hebû NATO’yê li cem me cih negirt” û gefa wî ya vekişîna ji NATO’yê bi bîr xist. 
 
Fosuskas, bal kişand ser girîngiya Kendava Basrayê û wiha pê de çû: “Di tevahiya serdema modern de hemû hêzên emperyal, kendav weke ‘îxtîlafa almasê’ pênase kirine. Li hêla din Tengava Hurmuzê ji bo dahatê pir girîng e. Tengav, ji ewil di sedsala 16’an de ji hêla kaşîfên Portekîzî yên li Efrîqa û Asyaya Başûr digeriyan ve hate ferqkirin. Portekîziyan tengav tehkîm kiribûn û ji bo bacê ji keştiyên bazirganiya hesp, biharat û hevrişîmê dikirin bistînin, pergalek ava kiribûn. Di navenda vê stratejiyê de jî Girava Khargê ya 55 km’an dûrî xaka Îranê û li bakurrojavayê wê dima bû. Di sedsala 20’an de jî bi heman rengî hewldanên ji bo kontrolkirina hikûmeta Îranê hebûn û di demên şer û aştiyê de mudaxileyên emperyal dihatin kirin. Lêbelê Krîza Suveyşê cuda bû; ew krîz, dihat wateya vekişîna du hêzên emperyal anku Fransa û Brîtanyayê ya li dijî hêza hegemon a kûrewî ya nû DYA’yê. Îro jî hêza hegemon a kûrewî DYA ketiye pêvajoya paşketinê û ne di rewşekî wisa de ye ku bikare hêzên NATO’yê ku welatên ewropî jî tê de cih digirin bixe nava şer. Ji ber ku êdî berjewendiyên van welatan ên bi DYA û Îsraîlê re êdî mîna berê bi temamî hev nagirin. Ev rewşekî pir cidî ye. Di vê rewşê de serkeftiyên herî mezin ên vî şerî, Rûsya a ku ji bihayê zêde yê petrolê sûd digire û bêguman rejîma Îranê ye. Çîn jî li dijî xeletiya DYA’yê bi aram nêz bû û di şert de serkeftî derket.” 
 
HEVRIKIYA ÇÎN Û DYA’YÊ
 
Fouskas, destnîşan kir ku hêj niha jî Çîn ne xwedî wê kapasîteyê ye ku ji hêla polîtîkaya hêzê ve bikare yekser bi DYA’yê re hevrikiyê bike û wiha pê de çû: “Rayedarên bijarte yên Çînê jî di ferqa vê de ne. Lêbelê her xeletî û hesaba xelet a DYA dike jî bi taybet jî li Başûra Kûrewî lêbelê di heman demê de li Ewropayê hêz û prestîja DYA’yê kêm dike. Çîn baş di ferqa vê de ye û tesbîteke di cih de ye. Jixwe di salên 1970’an de jî heman rewş hebû. Krîzên petrolê yên di salên 1973 û 1979’an de, ji DYA’yê zêdetir bandor li Ewropa û Japonyayê kir. Henry Kissinger, di sala 1974’an de bi bijarteyên Siûdiyan re lihev kir ku fiyetê wê li ser dolarê were diyarkirin. Bi vê yekê re jî berê dahatên petrolê da tehwîlên DYA’yê û bi vê yekê re ji bo budçe û pereyê li kêmiyê dide bû derfetek.” 
 
‘BI KOORDÎNASYONA NÛ RE DIKARE BIGUHERE’
 
Fouskas, anî ziman ku îro jî qismekî dînamîkên bi heman rengî hêj derbasdar in û axaftina xwe wiha qedand: “Lêbelê berfirehbûna Çînê ya di asta kûrewî de, pevçûnên bêçareserî yên li Ûkraynayê û rîska jeopolîtîk a domdar ya li ser piyasaya tehwîlê ku nêzî 127 trîlyon dolara ye, rewşa heyî hêj bêhtir tevlihev dike. Gelo di van şertan de sermaye dê heta kengî baweriya xwe bi dolarê DYA’yê bînin? Di dawiya dawî de DYA û Îsraîlê nekarîn hedefa xwe ya guherandina rejîmê pêk bînin. Mimkûn nîne ku DYA û Îsraîl bikarin jinûve teşe bidin Rojhilata Navîn. Çawa ku Ingilistan, Fransa, Îtalya û Yewnanistanê nekarîn piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê di vê mijarê de bi ser kevin, ew jî nikarin. Ev herêm tenê dikare di çarçoveya Konseya Ewlekariyê ya DYA’yê de ku Çîn, Rûsya, DYA û welatên din jî beşdar dibin û di çarçoveya koordînasyon û lihevkirinê de dikare bi aştiyane were guherandin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî