Îran: Heke DYA xwe ji daxwazên derqanûnî dûr bixe pêvajo dikare bi ser keve

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, diyar kir ku serkeftina muzakereyên li Îslamabadê girêdayî wê ye ku DYA xwe ji “daxwazên mezin” û “derhiqûqî” dûr bixe. 
 
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî hevdîtinên li Îslamabadê daxuyanî da. Bekayî, diyar kir ku li Pakistanê ji bo şandeya Îranê rojeke giran û dirêj derbas bûye û mijarên sereke yên muzakereyan jî Tengava Hurmuzê, meseleya nukleerê, tazmînata şer, rakirina mueyîdeyan û bidawîkirina şerê li dijî Îranê û herêmê ye. Bekayî, got: “Serkeftina vê pêvajoya dîplomatîk, girêdayî cidiyeta aliyê din, inyeta wê ya baş, dûrgirtina ji daxwazên mezin û derqanûnî û qebûlkirina maf û berjewendiyên rewa yên Îranê ye.” Bekayî, got ku DYA li ser soza xwe nasekine û dikeve nava tevgerên nebaş û wan ev ji bîr nekirine. Bekayî, diyar kir ku ew ê sûcên giran ên DYA û Îsraîlê efû nekin. 
 
Bekayî, her wiha ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û got ku di nava 9 mehan de du caran DYA û Îsraîlê êrişî wan kirine, vê jî bêbawerî û guman bi xwe re ava kiriye û bi vê boneyê tiştekî xwezayî ye ku di civînekê de ev mijare çareser nebe.