YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin

img
ENQERE - YSK'ê îtirazên CHP'ê yên der barê lijneyên hilbijartinê yên navçeyên Stenbolê qebûl kir. 
 
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), itiraza CHP'ê ya ji bo lijneyên hilbijartinê yên navçeyên Stenbolê qebûl kir. YSK'ê bi qebûlkirina îtirazên CHP'ê re biryara ku domandina kongreyên navçeyan da. Civîn 2 saetan dewam kir. 
 
Lijneyê, biryarên ku dê kongreyên LIjneyên Hilbijartinê yên Navçeyan çênebin betal kir. 
 
YSK'ê îtirazên CHP'ê qebûl kir, lê belê Serokê YSK'ê Yener daxuyand ku dê Rêveberiya Bajêr a Stenbolê di destê qeyûm de be. 
 
ÇI QEWIMÎBÛ?
 
Ji bo betalkirina Kongreya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê ku di 8'ê Cotmeha 2023'yan de hatibû lidarxistin, doz hatibû vekirin. Dadgehê biryar dabû ku Ozgur Çelîk û rêveberiya heyî ji wezîfeyê werin girtin. Piştî vê Gursel Tekîn wekî qeyûm tayinî Serokatiya Bajêr a Stenbolê  hatibû kirin û pêvajoya kongreyê ya wê demê bi temamî hatibû sekinandin.