SEMSÛR - Li Daristana Bajar a Karadagê ya li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin.
Daristana Bajar a Karadagê ya li navenda Semsûrê, ji ber xebatên çêkirina rêyê yên Serokatiya îdareya Xaniyên Komelî (TOKÎ) û Hêwirgeha Milkî tê texrîbkirin. Piştî erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan, li lûtkeya Daristana Bajar a Karadagê dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ’yê hate kirin. Ji ber çêkirina avahiyan, beşeke daristanê hate tunekirin. Îcar jî bi hinceta çêkirina rêyê dar tên birîn.
Ji bo rêya Midûriyeta Bajar a Çandinî û Daristanan dixwaze çêbike, dar tên îşaretkirin. Piştre jî darên hatine îşaretkirin tên birîn. Balkêş e ku darên gelek dûrî cihê rêyê jî tên birîn. Hat zanîn ku dê bi hinceta çêkirina rêyê bi hezaran dar bên birîn.