Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan

img

STENBOL -  Di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim" de ku ket meha sêyan, bi çalakiyên curbicur bi sedan kesayet û saziyên navneteweyî yên naskirî, doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin. 

Akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên ku ji ber zextên siyasî û gefên girtinê neçar man ku ji Tirkiyeyê biçin, Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ava kirin. Platformê di 5'ê Hezîranê de kampanyaya "Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim" da destpêkirin. Li gel pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan jî her roj xurttir dibe û EFFP daxwazên xwe yên di vî warî de didomîne.
 
EFFP ku kampanyayê da destpêkirin, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Kampanyaya 'Ez dixwazim serdana Ocalan bikim' ne tenê daxwazek ji bo serdanê ye; ew bangeke wijdanê gerdûnî ye ku li dijî pergala Îmraliyê radibe ku bûye sembola tecrîda di sedsala 21'ê de û dixwaze hêviyên ji bo aştiyê bifetisîne. Ev serdema nû ku bi Banga Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk di 27'ê Sibatê de dest pê kir, derfeteke bêhempa pêşkêş dike ji bo bêdengkirina çekan û vekirina rêyên çareseriyên demokratîk. Ji ber vê yekê, kampanya ne tenê parastina mafê hevdîtinê ye, di heman demê de xwedîderketina li mafê aştî û azadiyê yê gel e. Wekî dengê bi sedan kes û saziyên ku ji parzemîn, bawerî, kevneşopiyên siyasî û têkoşînên civakî yên cuda beşdar dibin, kampanya îradeya ji bo hevdîtina li ser bingeheke hevpar ji bo avakirina pêşerojeke aştiyane li Rojhilata Navîn û cîhanê nîşan dide.
 
Domandina tecrîdê ne tenê dîlgirtina kesekî, di heman demê de dîlgirtina mafê gel ê çareseriyeke demokratîk e jî. Lê em dizanin ku  ne tecrîd diyalog; ne şer aştî; mifteyên çareseriyeke mayînde ne. Vê kampanyayê careke din nîşan da ku parêzvaniya aştiyê wêrekî, berdewamî û hevgirtina gerdûnî hewce dike. Niha, erk ew e ku ev deng hîn bêtir were bilindkirin û rakirina tecrîdê ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji nû ve destpêkirina pêvajoya diyalogê bi Ocalan re bibe rojeva bingehîn a civaka navneteweyî."
 
Me qewimînên der barê kampanyayê de berhev kirine ku du meh li dû xwe hiştine. Di qonaxa yekem a kampanyayê de, bi rêya peyamên vîdyoyî li ser medyaya dîjîtal ji Wezareta Dadê hat xwestin ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re were kirin. Di bangên vîdyoyî de hat destnîşankirin ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo aştiyê, di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a sedsalî li ser bingeha azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê jî bingeheke xurt pêşkêş dike. Di çarçoveya kampanyayê de, kesên ji beşên cuda ku akademîsyen, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û çalakvan jî di nav de, daxwazên e-nameyên fermî ji Wezareta Dadê re şandin û daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kirin. Di serlêdanan de îşaret bi girîngiya guhdarkirina pêşniyazên çareseriyê ji devê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
ŞANDEYEKE JI 39 KESAN PÊKHATÎ HAT TIRKIYEYÊ
 
Di çarçoveya kampanyayê de, rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û parêzer jî di nav de 39 kes hatin Stenbolê. Şandeya ku di çarçoveya kampanyayê de hat, serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê kir ku parêzertiya Abdullah Ocalan dike û daxwaznameya xwe ya ji bo hevdîtinê pêşkêşî parêzeran re kir.
 
ÎNÎSYATÎFA EM JI BO AZADIYÊ ISRAR DIKIN
 
Ji Înîsiyatîfa Em Ji Bo Azadiyê Israr dikin ku ji hêla ciwanên ewropî ve hat avakirin, 7 ciwan di 24'ê Tîrmehê de ji bo ku werin Tirkiyeyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê dan. Ciwanên ku li Ewropayê kom bûn û xwe wekî navneteweyî bi nav kirin, ragihandin ku wan ev înîsiyatîf ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û beşdarbûna di çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd de ava kirine. Komê serdana li DEM Partiyê û Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî di nav de, li Stenbolê gelek hevdîtin çêkirin û têkilî danîn. 
 
100 JINAN SERÎ LI WEZARETA DADÊ DAN
 
Di çarçoveya kampanyayê de, di 28'ê Tîrmehê de, 100 jinan ji Amerîkaya Latîn û Fransayê ku di nav wan de kolektîfên feminîst û parêzvanên mafên mirovan jî hene, ji bo serdana Abdullah Ocalan bikin bi fermî serî li Wezareta Dadê dan. 100 jinan ji Arjantîn, Guatemala, Bolîvya, Şîlî, Fransa, Uruguay, Kolombiya, Meksîka, Paraguay, Honduras, Nîkaragua, Brezîlya û Ekvadorê ku di nava wan de aktivîst, pêşengên gel ên rûhanî, kolektîf û feminîst jî hebûn, nameyeke hevpar ji Wezareta Dadê re şandin.
 
PIŞTGIRÎ
 
Kampanyaya "I want to visit Ocalan / Ez dixwazim hevdîtinê bi Ocalan re bikim" di nav du mehan de ji Ewropoayê heya Efrîqayê, ji Kurdistanê heya Amerîkaya Latîn ji gelek sazî, hunermend, akademîsyen û parlamenteranpiştgirî wergirt.
 
Ji destpêka kampanyayê ve, van saziyan piştgirî dane vê kampanyayê: Partiya Çep a Ewropayê, Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê, ARCI (Associazione Ricreativa e Culturale Italiana), Konferansa Pîskoposên Katolîk - Afrîkaya Başûr, Hevpeymaniya Evanjelîk - Afrîkaya Başûr, Confederazione dei Comitati di Base-People's Labor Union - Îtalya, BastA! - Swîsre BastA, OSTA, TAESA, NAV-BEL, transform!europe, KInternational Peace Research Association- DYA, athare Social Justice Centre - Kenya, Nairobiyê, Zimbabwe People's Land Rights Movement.
 
NÛNERÊN SAZIYAN Û AKTIVÎST
 
Kampanya ji aliyê nûnerên gelek saziyan ve hat piştgirîkirin. Navên hin nûnerên navdar ên saziyên ku piştgirî dane kampanyayê ev in: "Ashish Kothari, ji damezrînerê Koma Çalakiya Jîngehê ya Kalpavriksh, Barbara Steiner ji Transform Europe, Danielle Simonnet, Parlamentera Herêma 15'emîn a Parîsê, Dr. Walter Baier, Serokê Partiya Çep a Ewropayê, Ferron Coll i Soi, People's Land Rights Movement Zimbabweyê, Jakob Migenda ji Partiya Çep a Almanya, Lord Maurice Glasman, ji damezerînerên Blue Laboûr teorîsyenê siyasî û akademîsyen, Martin Schirdewan, Hevserokê Koma Çep li Parlamentoya Ewropayê, Mike Arnott, Sekreterê Giştî yê Konseya Sendîkayên Dundee, Pedro Lobera, Sekreterê Giştî yê OSTA, Prof. Dr. Matt Meyer (USA), û Rev Moss, Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Evanjelîk ya Başûrê Afrîkayê."
 
PIŞTGIRIYÊN TAKEKESΠ
 
Siyasetmedar, rojnamevan, ramanwer û çalakvanên ji welatên cûrbecûr ku piştgiriya xwe ji bo kampanyayê ragihandin ev in: Keşeyê Anglîkan ê Afrîkaya Başûr, kesayetiya sereke ya berxwedana dijapartheidê, Alan Michael Lapsley, damezrînerê İnstitute for Healing of Memories, Alenka Zupancic - fîlozofê Slovenyayî ku li ser psîkoanalîz û felsefeya parzemînî disekine, Profesorê Felsefe û Psîkoanalîzê li Dibistana Bilind a Ewropayê / EGS. Nova Goricia. Anuradha Chenoy, pisporê zayenda civakî, mîlîtarîzasyon û têkiliyên navneteweyî û polîtîkayên ewlehiyê yên alternatif, Jindal Global University, endamê çalak ên Asia Europe Peoples Forum and the International Peace Bureau. Akademîsyen û çalakvanê Îtalî; bi xebatên xwe yên li ser mafê bajar, ekososyalîzm û berxwedana herêmî tê nasîn. Dr. Federico Venturini, fîlozofê Awistralyayî, teorîsyenê femînîst û profesor li Dewletên Yekbûyî, ji Zanîngeha Udine Elisabeth Grosz, Seroka Rûmetê ya Sinn Féin, Îrlanda Bakur. Gerry Adams, Koordînatorê ZPLRM. Hilary Zhou, Seroka Berê ya Partiya Karkeran a Keyaniya Yekbûyî (2015–2020), parlamentera Brîtanî û çalakvana aştiyê, damezrînerê Your Party (2025) Jeremy Corbyn, Josu Urrutikoetxea, dîplomatekî pilebilind û parlamenterê berê yê Rêxistina ETA; Ken Loach, derhêner û çalakvanekî fîlman ê brîtanî; Kostis Moudatsos, hunermend, wênesaz û muzîkjenekî girîtî; Livia Mattmüller, çalakvaneke alman; Livia Mattmüller, akademîsyen û siyasetmedareke brîtanî; Maurice Glasman (Baron Glasman), yek ji damezrînerên tevgera Blue Labour; pisporê mafên mirovan ê NY û parêzer ji New Delhi, Hindistan û Cenevreyê; Miloon Kothari, Komîserê Komîsyona Serbixwe ya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Îsraîl û Xakên Filistînê yên Dagirkirî, tevî Rojhilatê Qudsê, ya Swîsreyê û Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Seroka UPR Info; Rahila Gupta, Nivîskar, rojnamevan, çalakvan, edîtor û endama Komîteya Rêvebir a Southall Black Sisters; Profesor, University of Ljubljana, NewYork University û University of London; Slavoj Zizek, civaknas, fîlozof û rexnegirê çandî yê Neo-Marksîst ê slovenyayî, yek ji damezrînerên Democracy in Europe Movement 2025 (DiEM25); Srecko Horvat, Fîlozof, nivîskar û çalakvanê siyasî yê Kkroatî.
 
MA / Esra Solîn Dal