Tulay Hatîmogûllari: Divê ji bo pêvajoyê mekanîzma bê avakirin û rapor zagonî bibe

Parve bike:

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir ku hewceye di pêvajoyê de mekanîzmayeke nûnertiya siyasî li xwe digire were avakirin û got: “Ji bo pêvajo pêş bikeve divê tavilê gavên qanûnî bên avêtin.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand.  

 
‘DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEYÊ’ 
 
Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û wiha got: “Têkoşîna ziman, bi Hawarê dest pê kir û niha bi daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî didome. Têkoşîna ziman sed sal in didome û têkoşîneke bi rûmet e. Mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê mafekî bingehîn û divê zimanê Kurdî û hemû ziman di perwerde û hemû qadên jiyanê de fermî bibe. Em di şaxse Celadet Elî Bedirxan de cejna hemû kedkar û têkoşerên zimanê Kurdî pîroz dikin.”
 
‘DIVÊ QEYÛM BI DAWÎ BIBIN Û HEVŞAREDAR VEGERIN SER KARÊ XWE’    
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku wan ji bo girtiyan li ber Girtîgeha Wanê daxuyanî dane û wiha got: “Me serdana hevşaredarê me yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û hevşaredarê berê Cîhan kir. 19 sal û nîv ceza li hevşaredarê me Siddik Akiş birîn. Ev ceza nayê qebûlkirin. Ev bêhiqûqî ye û zilm e. Bi vê yekê mafê welatiyan ê hilbijartinê jî tê binpêkirin. Divê polîtîkaya qeyûm bi dawî bibin û hemû hevşeredar vegerin ser karê xwe. Hevşeredarên me yên Colemergê jî silav ji gel re şandin û serkeftina Amedsporê pîroz kirin.”
 
‘TÊKOŞÎNA SENDÎKAYAN MAFEKÎ REWA YE’ 
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku danişîna Serokê Bîrtek-Senê Mehmet Turkmen jî tê lidarxistin û wiha pê de çû: “Têkoşîna sendîkayan mafekî rewa ye. Divê Mehmet Turkmen demildest bê berdan. Em her dem bi Mehmet Turkmen re di nava piştgiriyê de ne û li rex wî ne. Em hêvî dikin di vê danişînê de agahiya berdana wî were.”
 
‘EM Ê KOMKUJIYA SOMAYÊ JI BÎR NEKIN’ 
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllariyê îşaret bi salvegera komkujiya Somayê ku 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn û ev tişt anî ziman: “Berpirs nehatin darizanin û tu kes nehat cezakirin. Lê parêzer Selçûk Kozagaçli û Can Atalay ku mafên karkêran parastin jî hatin girtin. Burokratekî êrişî karkerekî madenê kir. Em ê çawa vê yekê ji bîr bikin? Ev yek bêhiqûqî xwe li Tirkiyeyê bi awayekî eşkere radixe ber çavan. Li dijî van bêhiqûqiyan em ê mafên karkeran biparêzin. Me karkerên Somayê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Heta dawiyê em ê mafên karkeran biparêzin û li rex malbatên wan bin.”
 
Tulay Hatîmogûllariyê her wiha bi boneya hefteya astengdaran jî destnîşan kir ku divê mafê astengdaran bê parastin û divê desthilat guh bide daxwazên astengdaran.
 
QIRKIRINA XWEZAYÊ
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku xweza bi destê desthilat û sermayedaran tê tunekirin û wiha axivî: “Xwezaya Geliyê Periyê tê tunekirin. Ew der cihekî dîrokî ye. Em li dijî tunekirina xwezayê û Geliyê Periyê têkoşîna xwe bidomînin. Bi projeya Jeotermalê xweza dê bê jehrîkirin. Bedela vê yekê jî ne sermayedar lê welatiyên li wê herême didin. Hefteya berê Dadgeha Kargêrî ya Bilind li ser tunekirina xwezaya Akbelenê biryara rawestandinê da. Bi vê yekê re ev bêhiqûqî jî derket holê û divê ev biryar ji bo her cihê ku xweza tê tunekirin bibe mînak. Bi vê boneyê Esra Işik ku ji ber têkoşîna xwezaya Akbalenê hatibû girtin jî hat berdan. Em xêr hatina wê jî dikin. Ji Gimgimê heta Akbelenê û heta Besta û Geliyê Periyê têkoşîneke mezin ji bo parastina xwezayê heye. Dema gel li ber xwe dide encam jî derdikevin. Serkeftin a gelê berxwedêr e û talanker jî dê têk biçin.”
 
‘ÎKTÎDAR JINÊ TENÊ WEKE MAKÎNEYA ZAROKANÎNÊ DIBÎNE’ 
 
Tulay Hatîmogûllariyê bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di meha derbasbûyî de 24 jin hatin qetilkirin. Lê desthilat li dijî vê yekê çi dike? Sala malbatî diyar dikin lê di wê salê de jin tên qetilkirin. Tu polîtîkaya wan a parastina jinan tune ye. Ji bo wan jin makîneyeke ku zarokan tîne ye. Hişmendiya jinan tune dihesibîne û jinan dikuje heman e. Jin parastinê û budçeyê dixwazin. Berî ku jinek were kuştin divê berpirsiyar bikevin tevgerê. Jin naxwazin bi tirsa mirinê-kuştinê bijîn. Felsefe û têkoşîna me jî jin, jiyan, azadî ye.”
 
KRÎZA ABORÎ Û KÊMTIRÎN MÛÇE
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê destnîşan kir ku newekheviya di navbera xizan û dewlemendan kûrtir dibe û axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye di enflasyonê de li Ewropa di rêza yekemîn de ye û li cîhanê jî di rêza 5’emîn de ye. Ma polîtîkaya desthilatê ya li dijî xizaniyê ev e? Em dibêjin êdî bes e. Her tişt giran dibe û welatî nikarin debara xwe bikin. Ji berîka kedkaran digirin û dikin berîka dewlemendan. Niha jî bi qanûna hebûna aştiyê jî dixwazin sermayedaran dewlemendtir bikin. Piştî 2 hefteyan Cejna Qurbanê ye. Lê welatî nikarin ji xwe re goşt jî bikirin. Hewceyî bi desthilateke ku bikaribe vê krîzê çareser bike, heye. Divê meaşê asgarî bi ser 50 hezarî be. Em ê teqez pergala zilimkar têk bibin û pergala kesên rastî zilmê hatine û kedkaran ava bikin. Em ê bi têkoşînê wekheviyê pêk bînin.”
 
DOZA JÎTEM’Ê YA KERBORANÊ
 
Tulay Hatîmogûllariyê der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî ev nirxandin kir: “Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê ku ji ber demboriyê hat betalkirin, derbê li pêvajoyê jî dixe. Wezareta Dadê dibêje ‘Em ê ji bo kesên di cînayetên kiryarnediyar de hatine kuştin komîsyonê ava bikin.’ Lê bi vê biryara demborînê diyar bû ku ev komîsyon tenê di gotinê de heye. Divê dewlet bi van cînayetên kiryarnediyar re hevrû bibe. Me ji bîr nekir. Bi betalkirina dozê re nikarin bidin jibîrkirin. Em zarok û ciwanên hatine qetilkirin ji bîr nakin. Heta dawiyê em ê li dijî kesên bi awayekî faîl ne diyar têkoşîna xwe bidomînin û heta leborîn bê xwestin û rastî derkeve holê em ê li her derê dengê xwe bilind bikin. 
 
SERDANA DAYIKÊN AŞTIYÊ 
 
Dayikên Aştiyê serdana partiyên siyasî kirin û xwestin ji bo çêkirina qanûnan gav bên avêtin û laçika spî ku navnîşana aştiyê ye diyarî siyasetmedaran kirin. Ev laçik daxwaza çêkirina qanûnên aştiyê ye. Weke DEM Partî em ê têkoşîna aştiyê bidomînin.”
 
PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllariyê îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Tulay Hatîmogûllariyê, bi lêv kir ku divê ji bo pêvajo nexitime pêşî lê were vekirin û ev tişt anî ziman: “Weke DEM Partî ji bo pêvajo ne xitim e, xebat û pêşniyarên me hene. Divê mekanîzmayeke ku bikaribe xitimandinê derbas bike bê avakirin. Di vê mijarê de bangên partiyên cuda jî çêbûn. Mijareke heye ku ne cihê nîqaşê ye; hewceyî bi mekanîzmayeke di navbera sazî, alî, aktor û civaka sivîl de bi erka navbeynkariyê radibe heye. Divê ev mekanîzma lez were avakirin. Ev jî dê bike ku xitimîna heyî ji holê rabe. Ev mekanîzma dikare muxatabiya pêvajoyê li xwe bigire. Nîqaşên têkildarî vê mekanîzmayê divê nebe sedema vehêlandina zagonîbûna rapora komîsyonê. Ev her du meseleye divê bi hev re û hev temam bikin û wisa pêş bikevin.  Em li vir bang li berpirsyaran dikin ku ji bo aştiyê gavan bavêjin. Her roja ku gav neyên avêtin pêşeroja vî welatî dixe xetereyê. Heke em vê firsendê jî berhewa bikin hesabê vê wê kî bide? 
 
BANGA JI BO KURTULMUŞ: LI SER QANÛNAN BIXEBITIN
 
Gotin dê gav piştî Cejna Remezanê werin avêtin lê vaye em gihiştin Cejna Qurbanê. Divê beriya were vehêlandin, demildest verastkirinên zagonî bibe rojev. Pêşniyara me ya ji bo birêz Nûman Kurtulmuş ev e; ji kerema xwe bernameyên xwe ji bo demekî bidin aliyekî, pêşengtiya Meclisê bikin û bibin hêza sereke ya qanûnkirina raporê. Em bi hev re li Meclisê bişêwirin û vê xitimînê ji holê rakin. Em tevek bi hev re berpirsyartiyê li xwe bigirin da ku ev welat hinek rehet bibe.
 
MEŞÊN 16’Ê GULANÊ
 
Weke DEM Partiyê em ê di 16’ê gulanê de bi dirûşma ‘Gavek ji bo aştiyê’ li çar aliyên Tirkiye û Kurditsanê li qadan bin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di 16’ê Gulanê de biherikin qadan û em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin. 
 
Di pêvajoyê de em behsa hêviyên baş dikin lê pratîkên neyînî jî hene. Li Şirnexê kirinên li dijî ruhê pêvajoyê hene. Bi hinceta ku tev li şînê bûne, xwendina Fatîhayê, tevlibûna çalakiyên li dijî êrişên ser Rojava û piştgirîdayina çalakiyên aştiyê yên demokratîk, bi daxwaza avêtina ji kar der heqê rêveberên Şaxa Egîtîm Senê û endamên SES’ê lêpirsîn dane destpêkirin. Her wiha tevlibûna çalakiya DEM Partiyê weke sûc hatiye nîşandan. Em ji vir bangî Wezîrê Perwerdeyê, Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Karên Hundir dikin; pêşiya vê xeletiyê bigirin. Heke li Şirnexê mekanîzmayeke dijber hebe, pêşiya wê bigirin. 
 
Li hêla din li ODTU’yê provakastoneke tarî hate kirin. Ev ne karê çendek ciwanên bi hestên neteweperestiyê tevgeriya ne. Li ser alê provakasyonê dikin û dixwazin pêvajoyê jehrî bikin. Em van dîmenan baş nas dikin. Em bang li ciwanan dikin ku guh nedin van provakasyonan. Ji bîr nekin ku li hemberî we ne hemtemenên we yên neteweperest, li hemberî we xefika hêzên tarî heye.”