WAN - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê diyar kirin ku divê îktîdar ji bo statuya Abdullah Ocalan gavan biavêje û got: “Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were naskirin û verastekirinên qanûnî bên kirin.”
Bi ser Banga 27’ê Sibata 2025’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re zêdetirî salek derbas bû lê hêj jî dewlet û îktîdarê tu gaveke şênber neavêtine. Bêdengiya îktîdarê ya di mijara naskirina statuya Abdullah Ocalan de hêj didome.
Nûnerên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê têkildarî mijarê axivîn.
Hevseroka Şaxa MEBYA-DER’a Wanê Hanim Kayayê diyar kir ku heta statuya Abdullah Ocalan neyê diyarkirin û gavên hiqûqî neyên avêtin dê baweriya kesekî bi pêvajoya heyî neyê û got: “Bi banga Abdullah Ocalan re Tevgera Azadiyê ya Kurd gav avêt. Lê mixabin îktîdar û dewletê di vê salê de tu gavên şenber ên baweriyê didin neavêt. Ev jî nîşan dide ku îktîdar xitimî ye. Kurd ji dil in û gavan diavêjin, hûn çima naavêjin? Gavneavêtina wan nîşan dide ku îktîdar jidil nîne. Heke wiha bidome dê baweriya gel nemîne. Çima gavên hiqûqî nayên avêtin û polîtîkayên mijûlkirinê dimeşînin?”
'TECRÎD HÊJ DIDOME’
Bi domdarî Hanim Kayayê destnîşan kir ku ji ber mijûlkirina îktîdarê pêvajo hatiye asta sekinînê û wiha pê de çû: “Rêberê Gelê Kurd sermuzakerevan e lê hêj statuya wî diyar nekirine û ji bo şertên xebata wî verasetkirinek nekirine. Her çendek hevdîtin bên kirin jî tecrîd didome. Ne statu diyar e, ne ji hêla fîzîkî ve azad e û ne jî gavên hiqûqî hatine avêtin. Wê demê em ê çawa behsa pêvajoyê bikin? Divê tavilê ji bo çarçoveyeke hiqûqî gav bên avêtin.”
'BIL STATUYÊ NAS BIKIN Û VERASTKIRINÊN QANÛNÎ BÊN KIRIN’
Rêveberê Şaxa TUHAY-DER’ê ya Wanê Nedîm Şîpal jî diyar kir ku gelê Kurd berpirsyartiya xwe bicih aniye û gavên şênber avêtiye. Şîpal, got: “Lê dewletê hêj tu gavek neavêtiye. Pêvajo xitimandine. Hemû dinya bû şahid ku Rêberê Gelê Kurd gavên şênber avêtiye. Wê demê îktîdar û dewlet ji çi direve û çima vedihêle? Daxwaza me ew e ku dewlet û îktîdar demildest statuya Rêberê Gelê Kurd nas bike û verastkirinên qanûnî bike.”
‘DIVÊ GAVEN HIQÛQÎ BÊN AVÊTIN’
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salih Coşkun jî got heta niha jî zemîneke zagonî û hiqûqî ya pêvajoyê çênebûye û ev nirxandin kir: “Ji sala 2024’an ve ye şer û pevçûn nînin. Pêvajo jî her çend giran jî be didome. Tevgera Azadiyê ya Kurd banga avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê û naskirina statuya siyasî kir. Ev salek û nîve pêvajo didome le hêj zemîneke hiqûqî û siyasî nîne. Divê tavilê ev zemîn were avakirin û ji bo vê gav bên avêtin. Ji bo endamên rêxistinê û siyasetmedarên derveyî welat vegerin, divê pêşiya wan were vekirin û verastkirinên zagonî bên çêkirin. Ji bo berdana girtiyên siyasî jî divê gavan biavêjin. Hewcehî bi gavên şênber heye. Divê rewşa bêpevçûniyê bi reformên siyasî û hiqûqî bê misogerkirin. Nexwe dê rewş nebaştir bibe. Divê demildest gavên hiqûqî bên avêtin.”
MA / Bîlal Babat