Malbata Gulistan Doku ji bo piştgiriyê bangî jinan kir
- Rojane
- |
- 15 Nîsan 2026 09:43
- |
DÊRSIM - Malbata Gulistan Doku ya ku ev 6 sal in hatibû windakirin û jê agahî nedihate wergirtin, ji bo piştgiriyê bangî jinan kir.
Li Dêrsimê 6 sal berê xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku hatibû windakirin. Piştî di 13’yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsînê de 13 kes hatin binçavkirin, Gulistan Dokuyê li pêşberî Edliyeya Dêrsimê dest bi nobedê kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal banga piştgiriyê kir û ev daxuyanî parve kir: “Em wek malbat li pêşberî edliyeyê ne, ji bo piştigiryê em bangî hemû jinan dikin. Gulistan di tariyê de li bende me ye.”