ŞIRNEX - Jinên Botî ku ji ava Çemê Dîcleyê yê di Cizîrê re derbas dibe av girtin, dê di 19’ê Nîsanê de vê avê li Gemlîkê birijînin nav Behra Marmarayê. Jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û peyama “Hûn nikarin me ji Rêberê me veqetînin” dan.
Tevgera Jinen Azad (TJA) bi dirûşma “Dema jinê, dema azadî û hevdîtîna bi Rêberê azad re ye” dê di 19’ê Nîsanê de li Gemlîkê bib. Amedekariyên ji bo meşê didomin, jinên ku dê ji Botanê tevli meşê bibin, dê ava Çemê Dîcleyê bi xwe re bibin û wê avê birijînin nav Behra Marmarayê bidin. Aktivîstên TJA’yê diyar kirin ku ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz bikin dê tevli meşê bibin û daxwazên xwe anîn ziman.
‘EM DIXWAZINR RÊBER APO LI CIZÎRÊ BIBÎNIN’
Rêvebera Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Cizîrê Sedîka Erden (55) ev tişt anî ziman: “Em wek jinên azad, di 19’ê Nîsanê de ji bo Rêberê azad em ê biçin Gemlîkê. Em ê ava Dîcleyê birijînin nava Marmarayê. Em ji bo Rêbertiyê diçin. Em vê carê bi xwe re ava Dîcleyê dibib lê em dixwazin Rêber Apo li qeraxê Dîcleyê, li Cizîrê bibînin. Di vê pêvajoyê de em bi Rêber Apo re ne. Bila tavilê Rêberê me azad be. Ji bo vê yekê em li Gemlîkê li bende hemû jinan in. Bila êdî dayik negirîn.”
‘DEM AZADIYÊ YE’
Dayika Aştiyê Şîrîn Demîr (40) anî ziman ku ji ber çûyîna Gemlîkê ew bi kelecan e û wiha axivî: “Em ê ji bo Rêber Apo biçin. Em aştiyê dixwazin. Tu hêz nikare me ji Rêberê me veqetîne. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em heta dawiyê bi Rêberê xwe bawer in. Di 27’ê Sibatê de Rêbertiyê bangak dîrokî kir. Kurdan gelek gav avêt, lê dewletê hêj gavek şênber neavêtiye. Dema azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Em her kesê vedixwînin vê meşê.”
‘NIHA DORA ME YE’
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Cizîrê Aynur Elçîoglû, ji bo tevlibûna meşê bangî hemû jinan kir û got: “Di 19’ê Nîsanê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê berê xwe bidin Gemlîkê. Em ê li wir peyama hûn nikarin me ji Rêberê me veqedînin bidin. Divê hemû jin, xwedî li pêvajoya ku Rêbertiyê daye destpêkirin, derkevin. Rêbertiyê ji bo azadiya jinan gelek tişt kir, niha dora me ye. Heta Rêberê me azad nebe, em ê ranewestin.”
MA / Emrullah Acar