STENBOL - Zarokekê ku di çarçoveya MESEM’ê de di firinekê de dixebitî, rastî tecawiza xwediyê firinê hat. Rexmê gilîkirina malbata zarokê, faîl Îsmaîl Çelîk nehatiye girtin û gefan li malbatê dixwe.
Li navçeya Edremît a Balikesîrê, xwendekarekî lîseya pîşeyî (16), di çarçoveya bernameya Navenda Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) de, di 16’ê Kanûna 2024’an de li firineke li Edremîtê dest bi stajê kir. Derket holê ku zarok di dema stajê de (9 meh) rastî tecawiza xwediyê firinê Îsmaîl Çelîk (42) hatiye. Semra Çelîk a ku Îsmaîl Çelîk pê re zewicî ye, piştî ku peyamên ji zarokê re hatine şandin dît, bûyer lêkolîn kir. Semra Çelîk bi rêya qeydên deng, peyam û dîmenên kamerayên di firinê de îdîaya tecawizê anî rojevê.
Semra Çelîk a ku ji ber vê bûyerê ji aliyê Îsmaîl Çelîk ve rastî tundiyê hat, ji malê reviya. Semra Çelîk beşdarî bernameyeke televizyonê bû û qala bûyeran kir, lê bername piştî rojekê bi sedemeke nediyar ji weşanê hat rakirin.
REXMÊ GILÎKIRINÊ JÎ NEHATE BINÇAVKIRIN
Semra Çelîk di 5’ê Kanûna 2025’an de tiştên qewimîn ji bavê zarokê Mehmet A. re vegot. Li ser vê yekê Mehmet A. zaroka xwe ji dibistanê û firinê girt û serî li Midûriyeta Emniyetê ya Edremîtê, Qeymeqamtiyê û partiyên siyasî da. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de, der barê Îsmaîl Çelîk de biryara girtinê hate dayîn, lê ew hîn jî nehatiye binçavkirin.
MEB HÎN JÎ XWENDEKARAN DIŞÎNE FIRINÊ
Tevî lêpirsîna ku berdewam dike, li gorî çavkaniyan hate dîtin ku firin hîn jî vekiriye û MEB di çarçoveya MESEM’ê de stajyeran dişîne wir. Herwiha balê dikişîne ku Îsmaîl Çelîk ê fîrarî di sepana Tiktokê de weşanên zindî dike û li malperên firotina wesayîtan wesayîta xwe ji bo firotinê diweşîn, lê tevî vê yekê jî nayê girtin.
Bavê zarokê Mehmet A. ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Mehmet A. diyar kir ku dema tecawizî zaroka wî hatiye kirin ew 15 salî bû û niha ketiye 16 saliya xwe û ev tişt got: “Îsmaîl Çelîk ji zaroka min re gotiye; ‘Ji bavê xwe re nebêje, dê te bikuje. Ew nekuje ez ê te bikujim. Destê min li Edremîtê bihêz e. Kes nikare tiştekî bi min bike. Derdora min xurt e, heke hewce bike ez ê bavê te jî bikujim’. Ev peyam hîn hene. Ji min re jî peyam şand û got: ‘Ez ê te di înşaetê de binax bikim, dengê xwe bibire, biçe giliya xwe paşve bikişîne’.”
Mehmet A. diyar kir ku dema wan xwestiye bi Semra Çelîkê re hevdîtinê bikin, Muxtarê Taxa Îbrahîmceyê Korkmaz Kufrevî jî li wir bûye. Mehmet A. got: “Kufrevî ji min re got; ‘Tiştên wisa nîn in. Ez li gel te me, ez ê vê bûyerê çareser bikim. Biçe li mala xwe rûnê. Ev jin (Semra Çelîk) derewan dike’. Paşê min bihîst ku bi pere û mal û milk, Semra Çelîk neçar kirine ku dev ji îdîayên xwe berde.
Jinikê delîl nîşanî me dan. Di wê kêliyê de Îsmaîl Çelîk êrişî Semra Çelîk kir û çek kişand. Dê gule berda ba. Em ketin navberê û ew reviya. Roja din xizmê wî Muxtar Korkmaz Kufrevî û bavê Îsmaîl Çelîk hatin mala me û ji bo girtina bûyerê pere teklîfê me kirin. Me qebûl nekir. 4 zarokên min xwendekar in, lê ji tirsan nikarin biçin dibistanê.”
‘KÎ VÎ ZILAMÎ DIPARÊZE?’
Mehmet A. bang li saziyên peywendîdar kir û wiha pê de çû: “Bila edalet pêk were. Ev zilam çima nayê girtin? Heke zarokê rayedarekî bûya, gelo dê Dewleta Komara Tirkiyeyê wisa bikira? Dema zarokê karkerekî be, rûmet û şeref nayê hesibandin. Kî li pişt vî zilamî ye, kî wî diparêze? Ez diçim qeymeqamtiyê û emniyetê, dibêjin ‘tiştekî em bikin tune’. Gelo ez ê li kolanan li pey wî bigerim? Ez bi gefê re rû bi rû me.”
ZAROK HEWLDANA XWEKUŞTINÊ KIRIYE
Mehmet A. diyar kir ku zaroka wî di wê pêvajoyê de carekê ji aliyê faîl ve hatiye revandin û parêzerek jî hewl daye bûyerê bigire. Mehmet A. got ku derûniya zaroka wî xera bûye, carekê hewl daye xwe bikuje û ji tirsan tiştek ji malbatê re negotiye.
TÊKILIYÊN SIYASÎ YÊN KORKMAZ KUFREVÎ
Li gorî lêkolînan, Muxtar Korkmaz Kufrevî berê li Şaredariya Balikesîrê zabita bûye. Di hesabên wî yên medyaya dijîtal de, wêneyên wî yên bi Midurên Emniyetê yên Edremîtê, Qeymeqam Ahmet Odabaşi, Walî Îsmail Ustaoglû, Parlementerê AKP’ê Mustafa Canbey, Serokê AKP'ê yê Navçeyê Rifat Ertaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê CHP’î Ahmet Akin û Şaredarê Edremîtê yê CHP’î Mehmet Ertaş re hene.
MA / Omer Îbrahîmoglû - Hêlîn Ozgun