Berxwedana 13 salan a malbatekê Kurd a li dijî zilmê

Parve bike:

DÎLOK - Malbata Karadag a ku ji Berecûkê neçar ma ku koçî Dilokê bike, di 13 salan de êşa windakirina zarokên xwe, zindan, îşkence û berxwedan dît. Dayika Aştiyê Fîdan Karadag tevî hemû êşan got: "Em dixwazin li cîhanê aştî û aramî hebe."

 
Serpêhatiya malbata Karadag a ji gundê Xalik ê navçeya Berecûk a Rihayê, çîroka 50 salên dawî yên Kurdan rave dike. Malbata ku hewl dide li Dilokê jiyana xwe bidomîne, di nava refên PKK’ê de zarokên xwe winda kirin, rastî binçavkirinan hatin û neçar man ku ji axa xwe koç bikin.
 
Salîh Karadag û Dayika Aştiyê Fîdan Karadag, qala çîroka ku ji operasyonên siyasî yên 2016’an ji zindan û ber bi çiya ve dirêj dibe, berdelên giran û daxwaza xwe ya aştiya birûmet kirin.
 
BAV Û KEÇ BI HEV RE HATIN GIRTIN
 
Tundiya li ser malbatê, cara yekem di sala 2013'yan de dest pê kir, dema keça wan Bêrîtan Karadag li şûna ku qeyda xwe ya zanîngehê çêbike, tevli refên PKK'ê bû. Salek şûnda, keça wan Dîlan Karadag ku xwendekara Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê bû, bû zaroka duyemîn a malbatê ku tevli PKK'ê bû. Di heman salê de keça wan a din Remziye (Binevş) Karadag hat binçavkirin û girtin. Hêj 25 roj di ser tehliyeya Binevş a ji Girtîgeha Mêrdînê re derbas nebibûn, bi serdegirtina mala wan de îşkence li wan hate kirin.
 
Salih Karadag qala wê sibehê kir û diyar kir ku leşkeran bi lêdana derî ketine hundir û mal serûbin kirine. Karadag anî ziman ku ew û keça wî Remziye bi hev re hatine binçavkirin û ev tişt got: "Em her du girtin û pêşî birin hêwana werzişê ya li Rihayê, piştre jî birin zindanê."
 
DI HÊWANÊN WERZIŞÊ DE ÎŞKENCE
 
Salih Karadag ê ku piştî binçavkirinê 26 rojan li hêwna werzişê ya Rihayê bi 400 kesî re hat ragirtin, diyar kir ku li wir kal û ciwan rastî îşkenceyên giran hatine. Karadag diyar kir ku keça wî Remziye li TEM’ê rastî îşkenceyê hatiye û wiha pê da çû: "Parêzer ji min re got 'Dê te berdin, lê keça te Binevşê bernadin', wiha jî bû. Ez piştî 8 mehên zindanê derketim, lê keça min bi îdîaya 'endamtiya rêxistinê' salan di girtîgehên Curnê Reş, Xarpêt û Tarsûsê de wekî dîlgirtî ma. Binevş dema di sala 2020’an de derket, neçar ma ku biçe Ewropayê."
 
BERXWEDANA KOBANÊ Û RIZAYA DAYIKEKÊ
 
Dayika Aştiyê Fîdan Karadag, biryara dîrokî ya keça xwe Berîtan bi van gotinan vegot: "Me fistiq kom dikir, destên min girt û got; 'Dayê, ez ê herim, ez ê tevlî hevalan bibim'. Di serî de min qebûl nekir, lê wê ji min re got 'Zarokên te yên din jî dê te û vê axê biparêzin' û biryara xwe da.
 
AGAHIYA JI ÇIYA: DÎLAN KARADAG
 
Êşên malbatê tenê bi zindanan sînordar neman. Salih Karadag qala kêliya ku agahiya mirina keça xwe Dîlan Karadag (Bêrîvan Amara) di televîzyonê de bihîstiye kir û wiha pê de çû: "Di televîzyonê de gotin '10 heval şehîd bûn'. Min di nava navan de navê Dîlanê bihîst. Wê kêliyê min got 'Dîlana min şehîd bûye'." Dayika wê Fîdan Karadag jî got: "Ez bi keça xwe pir serbilind im, serê min bilind e."
 
'BILA KEZEBA KESÎ NEŞEWITE'
 
Fîdan Karadagê tevî hemû êşên xwe, daxwaza aştiyê kir û got: "Kezeba min şewitî, bila ya kesekî din neşewite. Ez naxwazim tu dayik êşa zarokan bikişîne. Bila ne xwîna leşker û ne ya gerîla, xwîna tu kesî nerije. Em dixwazin li cîhanê aştî û aramî hebe."
 
‘JI BER ZILMA DEWLETÊ EM HATIN VIR’
 
Malbata ku ji ber zextên giran di sala 2019’an de axa xwe terk Kir û koçî Dîlokê kir, li vir bi cotkarî û sewalkariyê jiyana xwe didomînin. Salih Karadag ev koçberiya ji neçariyê wiha anî ziman: "Em ne ji keyfa xwe hatin vir. Me ax û gundê xwe ji ber zilma dewletê terk kir."