Ji bo Rojîn Kabaîşê li 56 bajaran kampanyaya îmzeyan dê dest pê dike

Parve bike:

WAN - "Komîsyona Edalet ji bo Rojînê" ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê, di 20'ê Nîsanê de li 56 bajaran dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan dike. Endama Komîsyonê Zeyşan Yîgît diyar kir ku heta bûyer neyê ronîkirin ew ê têkoşînê bidomînin.

 
Di ser lêpirsîna mirina gumanbar a xwendekara Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîşê de 19 meh derbas bûn, lê di dosyaya wê de tu pêşketin çênebûne.
 
Piştî ku şîfreya telefona Rojînê li Spanyayê nehat vekirin, malbat û parêzerên wê serî li saziyên peywendîdar dan ku telefon ji bo şîrketa hilberîner a li Çînê re were şandin. Nezelaliya di dosyayê de berdewam dike û bertekên li dijî nebûna lêpirsîneke çalak jî her ku diçe zêde dibin.
 
"Komîsyona Edalet ji bo Rojînê" ya ku piştî mirina wê hat avakirin, ji bo ronîkirina bûyerê, dîtina faîl an jî faîlan û ji bo pêşveçûna pêvajoyê dest bi kampanyaya îmzeyan dike. Endamên komîsyonê dê di 20’ê Nîsanê de li 56 bajaran bi standên ku ava bikin, îmzeyan kom bikin. Kampanya dê di serî de li Wan, Amed û Stenbolê dest pê bike.
 
Endama Komîsyonê Zeyşan Yîgît, têkildarî girîngiya kampanyaya îmzeyan axivî.
 
‘HÊJ PÊŞKETINEKE ŞÊNBER NÎN E’
 
Zeyşan Yîgîtê bibîr xist ku piştî qetilkirina Rojîn Kabaîşê, ji bo ku doz bi awayekî şefaf û şênber were rêvebirin wan biryara avakirina "Komîsyona Edalet ji bo Rojînê" dane û got: “Me biryar da ku em dozê ji nêz ve bişopînin da ku têkoşîna edaletê ya ji bo Rojînê xurt bikin. Lê mixabin hêj encameke şênber nehatiye bidestxistin. Di serî de dirûşma me ‘Çi bi serê Rojînê hat?’ bû, niha em bi dirûşma ‘Edalet ji bo Rojînê’ pêvajoyê dişopînin.”
 
‘EM Ê JI BO ROJÎNÊ DAXWAZA EDALETÊ BIDOMÎNIN’
 
Zeyşan Yîgîtê dosyaya Gulistan Doku bibîr xist û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Wekî di dosyaya Gulistan Doku de, em ê ji bo Rojînê jî têkoşîna xwe bidomînin. Em hemû dizanin ku Rojînê xwe nekuştiye, ew hatiye qetilkirin. Di ser mirina Rojînê re 19 meh derbas bûn lê lêpirsîneke çalak nehat kirin. Faîl nehatin cezakirin. Daxwaza me ya yekane rêvebirina lêpirsîneke xurt û cezakirina faîlan e. Em dixwazin bizanibin ku ew her du DNA ên kê ne. Em ê nehêlin ev doz di tarîtiyê de bimîne. Divê dewlet berpirsyariyên xwe bîne cih û faîlan bidarizîne. Li dijî qetilkirina jinan, rêgeza me ya bingehîn xurtkirina rêxistinbûna jinan e”
 
 
‘DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE’
 
Zeyşan Yîgîtê diyar kir ku ji bo dosyaya Rojîn Kabaîşê bi encam bibe, ew dest bi "kampanyaya îmzeyan" dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê îmzeyên ku kom bikin ji Wezareta Dadê re bişînin. Bi vê kampanyayê em dixwazin mekanîzmayeke zextê ava bikin. Îmzeyek bi tenê jî di xurtkirina têkoşîna jinê de xwedî roleke mezin e. Daxwazên me zelal in: Faîlan neparêze bidarizîne, lêpirsîneke xurt bide destpêkirin û encamên DNA’yan aşkera bike. Em li dijî pergala ku jinan qetil dike, bang li her kesî dikin ku dengê xwe bilind bikin.”
 
MA / Ozlem Yacan