ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2025'AN

Parve bike:

* Krîza avê ya ku bi krîza avhewayê ya gerdûnî re kûrtir dibe, li Rojhilata Navîn û li erdnîgariya Kurdistanê gefê li jiyanê dixwe. Rêxistinên ekolojiyê bi modela "Komunên Avê" armanc dikin ku ji bo xwecîhî çareseriyeke alternatîf pêş bixin.

 
* Welatiyên ku bal kişandin ser xetereya erdhejê ya projeya JES’ê ya ku dê bandoreke neyînî li gundê Qerxabazar ê Kanîreşê û gelek deverên din bike, gotin: "Em nahêlin qadên me yên jiyanê werin talankirin û xwezaya me ji rantparêziyê re bê pêşkêşkirin. Li Çewlîgê HES hat betalkirin. Em dixwazin JES jî were betalkirin."
 
*  "Komîsyona Edalet ji bo Rojînê" ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê, di 20'ê Nîsanê de li 56 bajaran dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan dike. Endama Komîsyonê Zeyşan Yîgît diyar kir ku heta bûyer neyê ronîkirin ew ê têkoşînê bidomînin.
 
* Malbata Karadag a ku ji Berecûkê neçar ma ku koçî Dilokê bike, di 13 salan de êşa windakirina zarokên xwe, zindan, îşkence û berxwedan dît. Dayika Aştiyê Fîdan Karadag tevî hemû êşan got: "Em dixwazin li cîhanê aştî û aramî hebe."
 
* Zarokekê ku di çarçoveya MESEM’ê de di firinekê de dixebitî, rastî tecawiza xwediyê firinê hat. Rexmê gilîkirina malbata zarokê, faîl Îsmaîl Çelîk nehatiye girtin û gefan li malbatê dixwe.
 
* Dê binçavkirinên di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê were şopandin. (8.00-18.00) 
 
* Dê li Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Riha û Enqereyê Çarşema Sor were pîrozkirin. (10.00-18.00)
 
* Serokê Amedsporê Nahît Eren û rêveberiya Amesporê dê têkildarî rojeva kulûbê li Tesîsa Şehmûs Ozer daxuyaniyê bidin. (11.00)
 
* Danişîna doza di çarçoveya lêpirsîna HDK ku rojnameger Ender Îmrek jî di nav de 6 kesên ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" tên darizandin dê li Dadgeha 23'yemîn a Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Danişîna doza rojnamger Cîhan Berk ê ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, dê li Dadgeha 1’emîn a Cezayê Giran a Dêrsimê bê lidarxistin. (11.00) 
 
* Kedkarên perwerdehiyê bi mebesta protestokirina êrişa li ser dibistana li Sêweregê dê dev ji kar berde. (12.30-14.00) 
 
* Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê, têkildarî êrişa biçek dê li pêşberî Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu daxuyaniyê bide. (12.30)
 
* Dayika yek ji qadroyên pêşeng ê PKK Sakîne Cansiz, Zeynep Cansiz dê li Dêrsimê bê definkirin. (13.00)