Li Zanîngehê Egeyê êrişa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

Parve bike:

ÎZMÎR - Li ber deriyê Zanîngeha Egeyê, xwendekarên ku belavok belav dikirin rastî êrişa komeke ulkucuyên ku di destên wan de pala hebûn. Di encamê de 22 xwendekar birîndar bûn.

 
Komek xwendekarên Zanîngeha Egeyê, dema ku li ser navê Sendîkaya Xwendekaran belavok belav dikirin, rastî êrişê hatin. Li derketina metroyê ya Zanîngeha Egeyê, komeke qelebalix a nijadperestan ku piranî ne xwendekar bûn û di destên wan de pala hebûn, êrişî xwendekaran kirin. Di vê êrîşê de 3 xwendekar birîndar bûn. Xwendekarên birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Egeyê û hatin dermankirin.
 
Li gorî agahiyên hatine girtin, hat diyarkirin ku Ewlehiya Taybet a Zanîngehê, piştî êrişê koma nijadperest, tevî ku pala di destên wan de bûn jî dîsa girtine hundirê kampusê. Piştî bûyerê, komek xwendekarên ku ji bo dîtina hevalên xwe çûbûn ber nexweşxaneyê, li wir jî rastî êrişa koma nijadperest hatin. Di vê êrişa duyem de 19 xwendekarên din birîndar bûn. Hat ragihandin ku polîsên hatine nexweşxaneyê, gaza îsotê di rûyê xwendekarên ku rastî êrişê hatine re kirine û ew derp kirine.
 
Polîsên ku hatin kampusê nexweşxane dorpêç kirin û derbarê girtina kesên ji koma êrişkar de heta niha tu agahî nehatine bi dest xistin.
 
Koma nijadperest ya ku êriş pêk anî, li ser medyaya dîjîtal gef li xwendekaran dixwin.