Kitekitên rapora dawî: Zagon, divê rê li ber xurtkirina zemîna siyaseta demokratîk vekin

Parve bike:
ENQERE - Di rapora dawî ya Komîsyona Meclisê de cih dan pêşniyarên têkildarî “mafê hêviyê” û polîtîkayên qeeyûm. Di raporê de hate pêşniyarkirin ku zagonên taybet ên bi pêvajoya çekberdanê re dê bên çêkirin, hewceye bikarin zemîna siyaseta demokratîk xurt bikin. 
 
Hûrgiliyên rapora dawî ya Komîsyona Meclisê ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, hatin parvekirin.  Rapora di civîna komîsyonê de hate xwendin ji 7 sernavên sereke pêk tê, rexne, pêşniyar û nirxandinên têkildarî rapora behsa xeberê jî berdewam in. 
 
Di beşa ewil a raporê de hate gotin ku qonaxa herî diyarker a pêvajoyê “çekberdana PKK’ê ye”. Hat gotin ku divê çekberdan ji hêla “yekîneyên ewlekariyê yên dewletê ve” bê tesbîtkirin û piştraskirin. Hat gotin ku qonaxa behsa xeberê ne tenê bidawîbûna bikaranîna çekan e lê di heman demê de destpêka çarçoveyeke hiqûqî û siyasî ya nû ye. 
 
Di berdewamê de hate gotin ku di pêvajoya xwefesixkiria PKK’ê û îmhakirina çekdan de pêwîstî bi verastkirinên zagonî heye, di vê mijarê de lihevkirineke giştî heye. Di raporê de çarçoveyeke qanûneke taybet a ji bo piştî pêvajoya çekberdanê jî cih girt. Di raporê de hate gotin ku hewceye ev verastkirin, xwedî taybetiyeke wisa be ku bikare pêvajoyê û piştî pêvajoyê birêve bibe. Hat gotin ku ji bo xurtkirina hevgirtina civakî, hewcehî bi verastkirineke qanûnî ya taybet heye. 
 
PÊŞNIYARÊN TÊKILDARÎ QANÛNA VEGERÊ 
 
Hat pêşniyarkirin ku qanûna taybet a bi pêvajoya çekberdanê re dikare bikeve meriyetê, divê bikare hemû encamên pêvajoyê ji holê rake û zemîna siyaseta demokratîk xurt bike. Hat gotin ku bi qanûna behsa xeberê divê armanc bike ku hemû kesên çek û tundiyê red dikin vegerin, çek û tundiyê bi awayekî mayinde bi dawî bike û meseleyê bi temamî bikişîne ser zemîna hiqûqî û siyasî. Her wiha hate gotin ku divê yek ji hedefa qanûnê ew be ku PKK’î bikarin bi awayekî adilane, biewle û tendurist vegerin. Hat gotin ku divê qanûna behsa xeberê bikare zemîna siyaseta demokratîk xurt bike. 
 
JI BO KESÊN DI KOMÎSYONÊ DE CIH DIGIRIN TEMÎNATA HIQÛQΠ
 
Di raporê de hate gotin ku hewceye kesên di birêvebirina pêvajoyê de cih girtin xwedî temînateke hiqûqî û zagonî bin. 
 
PÊŞNIYARÊN TÊKILDARÎ ‘MAFÊ HÊVIYÊ’, DMME Û ATM’Ê 
 
Bi domdarî di raporê de hate destnîşankirin ku nîqaşa “mafê hêviyê” jî li ser bingeha mafên mirovan jinûve hatiye nirxandin. Hat gotin ku hewceye mewzûata înfazê di çarçoveya îçtîhadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û peymanên navneteweyî de jinûve li ber çavan were derbaskirin û li ser bingeheke edaleta înfazê jinûve bê nirxandin. Ji bo girtiyên nexweş û kal, pêşniyara jinûvenirxandina taloqkirina înfazê hate kirin. Di çarçoveya rêgezên hiqûqa gerdûnî û îçtîhadên DMME û AYM’ê de, hat pêşniyarkirin ku ji bo darizandina negirtî di hemû pêvajoyên darazê de esas bên girtin, bi baldarî tevbigerin. 
 
PÊŞNIYARA ŞOPANDIN Û AMADEKIRINA RAPORAN 
 
Di raporê de hate diyarkirin ku ji bo pêvajo bi awayekî tendurist were meşandin, mekanîzmayeke şopandin û amadekirina raporan bê avakirin. Her wiha hate pêşniyarkirin ku bi qanûnê re, ji bo şopandina pêvajoya endamên rêxistinê eleqedar dike, divê di nava rêveberiyê de mekanîzmayek were avakirin. Di çarçoveya tesbît û piştrastkirina vê mekanîzmayê de, dê venêrîna bicihanîna sepanê û asta hedefê jî were kirin. 
 
PÊŞNIYARÊN TÊKILDARÎ QEYÛMAN 
 
Di raporê de ji bo qeyûmên li şaredariyan tên tayînkirin jî hate pêşniyarkirin ku heke şaredar ji peywirê bên girtin jî, bila Meclisa Şaredariyê di nav xwe de hilbijartinê bike û kesekî nû hilbijêre.