Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
- Jin
- |
- 13 Sibat 2026 13:56
- |
MÊRDÎN - Jina bi navê Medîne Akpinar, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê kuştî hate dîtin.
Di saetên serê sibehê de li Taxa Dalinê ya navçeya Midyadê ya Mêrdînê cenazeyê jineke bi çekê hatiye kuştin hate dîtin. Piştî agahdarkirina welatiyan, komên tenduristî û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Komên tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê, got ku jina ciwan li cihê bûyerê jiyana xwe ji des daye. Hat zanîn ku jina jiyana xwe ji dest dayî Medîne Akpinar a 28 salî ye.
Têkildarî mirina biguman a jina ciwan de lêpirsîn hate destpêkirin.