Rêxistina Efûyê: Divê belgeyên sûcên DAIŞ’iyan bên parastin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Dîrektorê Herêmî ya Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Kristine Beckerle, diyar kir ku divê sûcên DAIŞ’iyan kirin bêceza nemînin û banga lezgîn kir ku belgeyên van sûcan tavilê bên parastin. 

 
Cîgira Dîrektorê Herêmî ya Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Kristine Beckerle, têkildarî êrişên HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û dewirkirina girtîgehên DAIŞ’î tê de daxuyanî da. 
 
Kristine Beckerle, got ku divê rayedarên Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi awayekî koordînekirî hemû girtîgeh û navendên binçavkirinê li ber çavan derbas bikin. Kristine Beckerle, got ku divê belgeyên sûcên ji hêla DAIŞ’ê ve hatine kirin tavilê bên parastin û got: “Qadên komkujiyan û goristanên komî û belgeyên li navendên binçavkirinê jî di nav de ne. Îsbatên sûc ên li pey xwe hiştin, hem ji bo diyarkirina aqûbeta sûriyeyiyên hatine windakirin, hem ji bo ev kes di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ji sûcên li dijî mirovahiyê û sûcê şer bên darizandin, pir girîng e. Pevçûnên nû yên li Sûriyeyê, bandoreke hilweşîner ser sivîlan kir. Em bang li hemû aliyan dikin ku berpirsyartiyên hiqûqa mirovî ya navneteweyî bicih bînin û bedela şikestinên nû bila welatiyên sivîl nedin.”