Li ser sînorê Şengalê liv û tevgera DAIŞ’ê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka TAJÊ Suham Şengalî anî ziman ku li ser xeta Şengalê liv û tevgerek heye û diyar kir ku berevajî daxuyaniyên li ser sînor tên dayin, sînor nayên parastin. Suham Şengalî destnîşan kir ku DAIŞ careke din li Iraqê tê zindîkirin û got: "Divê civaka Êzidî hişyar be."  
 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê didomin. Berdana gelek DAIŞ’iyan a ji hêla HTŞ’ê ve, herêm ber bi xetereyeke nû ya mezin ve bir. Hikûmeta Iraqê hêzên Heşdî Şebî ber bi sînorê Şengalê ve sewq dike lê hevsengiyên qels ên li herêmê, careke din civaka Êzidî bi xetereya fermanekê rû bi rû dihêle. 
 
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî, têkildarî gefên li ser Şengalê û tevdîrên Iraqê yên li ser sînor axivî. 
 
‘ŞOREŞA JINÊ HEDEF HATE GIRTIN’
 
Suham Şengalî, îşaret bi êrişên ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û got: “Çeteyên DAIŞ’ê yên girêdayî Şamê; bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, Amerîka û hêzên navneteweyî êrişî gelê me dike. Armanca wan, tesfiyekirina hemû destkeftiyên Rojava ye. Şoreşa Jinan a Rojava hedef tê girtin. Armanca esasî jî jinûvezindîkirina DAIŞ’ê ye. Hemû dinyayê ev yek dît ku îktîdara li Sûriyeyê avadaniya DAIŞ’ê ye. Li Reqayê dîsa ala DAIŞ’ê li ba kirin û ev jî vê rastiyê nîşan dide.” 
 
'XETERE LI SER HEMÛ DINYAYÊ YE’
 
Di berdewamê de Suham Şengalî anî ziman ku gefa DAIŞ’ê ne tenê bi Rojava bisînor e û got: “Ev xetereye ji bo hemû dinyayê ye. Tu sînorekê însanî yê DAIŞ’ê tune ye. Dema berjewendiya wan tê de nebe, heta êrişî alîgirên xwe jî dikin. Di piştperdeya van êrişan de, hêzên navneteweyî hene ku naxwazên gelên herêmê xwedî statu bin.” 
 
'DAIŞ’Ê TÎNIN IRAQÊ’
 
Suham Şengalî, destnîşan kir ku xetereya derbasbûna DAIŞ’ê ya Iraqê mezin dibe û wiha pê de çû: “Şer, gihişt ser sînorê Iraq-Sûriyeyê, bi taybet jî Şengalê. Vekirina deriyên Kampa Holê, xetereyeke mezin e. DAIŞ, dixwaze planên xwe yên di sala 2014’an de li pey xwe hiştibû temam bike. DAIŞ ji ewil li Kobanê û Şengalê têk çû. Çawa êrişî Kobanê dike, dê sibe bi heman awayî êrişî Şengalê jî bike. Lêbelê YJŞ û YBŞ zarokên vî gelî ne û dê gelê xwe di rê de nehêlin.” 
 
CIVÎNA LI MÛSILÊ
 
Di berdewamê de Suham Şengalî diyar kir ku divê bawerî bi daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê ku digot “em sînoran diparêzin” neyê anîn û got: “Tecrûbeya sala 2014’an heye. Wê demê jî heman soz dan lê dema DAIŞ hatî, çekên xwe berdan û reviyan. Artêşa Iraqê niha piranî li ser sînorê Rebîayê kom bûye lêbelê li Mûsilê di navbera dewleta Tirk, Waliyê Mûsilê û rêveberên Amerîkayê civîneke veşarî hate kirin. Piştî vê civînê, Amerîkayê baregehên xwe yên li mezintirîn bajarê Iraqê Embarê ku gelek alîgirên DAIŞ’ê lê hene vala kir. Li hêla din, gumrika Ebukemalê ku gelek krîtîk e hêj di kontrola DAIŞ’ê de ye lê hêzên Iraqê çima li wir nînin.” 
 
'25 HEZAR DAIŞ’Î HATIN BERDAN’
 
Suham Şengalî, da zanîn ku li Iraqê di çarçoveya efûya giştî de nêzî 25 hezar DAIŞ’î hatine berdan û qismekê wan di saziyên dewletê de hatine bicihkirin. Suham Şengalî, got: “Di vê mijarê de belge bi me re hene. Lewma jî Êzidî ji artêş û hikûmetê bawer nakin. Ev kesên derbasî Iraqê bûn, ji bo pêşîlêgirtina serhildaneke gel tên amadekirin. Li Mûsilê lîderiyekê dibînin û bi hezaran milîtanan berdidin.” 
 
'PÊŞIYA QIRKIRINEKE NÛ TÊ VEKIRIN’
 
Suham Şengalî, destnîşan kir ku DYA hewl dide li Iraqê careke din DAIŞ’ê zindî bike û axaftina xwe wiha qedand: “Kesê îro anîne ser serê Sûriyeyê, beriya niha li Iraqê di girtîgehê de bû. DYA’yê ev kes weke terorîst qebûl dikir û ev kes îro bûye lîder. DYA, dixwaze DAIŞ’ê dîsa li Iraqê zindî bike. DAIŞ li vir her ku diçe bihêztir dibe. Lewma divê civaka Êzidî baldar be. Civaka Êzidî 74 ferman jiya lê tune nebû. Em êdî bêparastin nînin; her kes dikare xwe biparêze. Divê em baweriya xwe nedin durîtiya hêzên navdewletî. Heke em xwe neparêzin, dê kesek me neparêze. Ji bo qirkirineke nû neyê kirin, divê her kes bi berpirsyarî tevbigere.” 
 
MA / Zeynep Durgut