Kurdên Anatoliyaya Navîn piştgirî dan Rojava

Parve bike:
KONYA - Kurdên Anatoliyaya Navîn bertek nîşanî êrişên ser Rojava dan û gotin ku heta dawiyê dê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Kurd. 
 
Welatiyên Kurd ên li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê dijîn, bertek nîşanî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê dan. Welatiyan, got: “Rojava, xeta me ya sor e û weke Kurdên Anatoliyaya Navîn em ê heta dawiyê piştgirî bidin Rojava.” Welatiyan, got “Bijî berxwedana Rojava” û  “Bijî berxwedana Kobanê” û anîn ziman ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana Rojava.