NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku li sê bajaran ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, daxwaza berdana Mûrat Çalik, Ayhan Kavak û Huseyin Bîlecan hat kirin.
Çalakiyên ku bi armanca balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş û daxwaza mafê wan ê dermankirinê, vê hefteyê li Stenbol, Îzmîr û Enqerê berdewam kirin.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, çalakiya "Rûniştinê F" a heftane ya 721'emîn li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar xist. Çalakiya vê hefteyê bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Mûrat Çalik li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Îzmîrê tê girtin. Di çalakiyê de, pankartên bi nivîsa "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" û "Girtiyê nexweş Mûrat Çalik berdin" hatin hildan û gelek caran dirûşmeyên wekî "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyê. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Rêvebera Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Gulseren Yoleriyê ve hat xwendin.
Gülseren Yolerî ku rewşa tenduristiya Murat Çalik parve kir, da zanîn ku Murat Çalikê ku gava Şaredarê Beylîkduzuya Stenbolê bûye nexweşîna losemî û lenfomanê pê re hebûne û ji roja hatiye girtin heya niha gelekî zihîf bûye û nexweşînên wî girnatir bûne. Gulseren Yoleriyê bilêv kir ku hemû serlêdanên ji bo berdana Çalik bêencam mane.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya kevn a Sumerbankê ya li Konakê çalakiya xwe berdewam kir. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemînin, nebin hevkarê sûc" hat vekirin. Daxuyanî bi bîranîna Alî Aydin, rêveberê şaxa ÎHD ya Îzmîrê ku li Îzmîrê hat kuştin, dest pê kir. Di daxuyaniya vê hefteyê de, Rêvebera Şaxa ÎHD a Îzmîrê Nazli Tûran, derbarê rewşa tenduristiyê ya nivîskar-bijîşk Ayhan Kavak ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Konya Eregli tê girtin, agahî da.
Nazli Turanê diyar kir ku Kavak di 3'ê Îlona 1999'an de li Bedlîsê hatiye girtin û li gelek girtîgehan maye û ji ber şert û mercên girtîgehê û lênêrîna tenduristiyê ya qutbûyî gelek nexweşiyên kronîk lê peyda bûne. Nazli Turanê ku da zanîn nexweşîna çavan, bêxwînî, necweşîna dil û hipertansiyon bi Kavak re hene, got ku rewşa tenduristiyê ya Kavak her diçe xirabtir dibe.
Nazli Tûranê bang kir ku xizmeteke tenduristiyê ya li gor mirovan bê kirin.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî Ji Girtiyên Nexweş ji bo hefteya 593'emîn a çalakiyên xwe li Meydana Sakaryayê kom bûn. Endamên înîsiyatîfê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Bîlecan ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Sîncanê tê girtin. Di çalakiyê de dirûşmeyên wekî "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd îşkence ye, tecrîdê bi dawî bikin" hatin berzkirin.
Hevseorkê Şaxa ÎHD a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci li ser navê înîsyatîfê daxuyanî da. Yazmacê anî ziman ku bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê 2 sal û nîv in berdana Bîlecan tê astengkirin. Yazmaci da zanîn ku nexweşînên çav, menîskus, fitiq û pişikê bi Bîlecan re hene û xwest ku Bşlcean û girtiyên nexweş bên berdan.