Ji Rêveberiya Xweser der barê biryarnameya Şara de: Maf bi biryarên demkî nayên parastin!

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê biryarnameya ku ji aliyê Şarayê HTŞ'î ve hat weşandin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.                 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya de der barê fermana ku duh êvarê ji aliyê Şarayê HTŞ'î ve hat weşandin de, diyar kir ku maf bi fermanên demkî nayên parastin û destnîşan kir ku pêwîsti bi rêziknameyên daîmî heye ku hemû gel û baweriyan di nav xwe de dihebîne.                                                     
 
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye:
 
“Me biryara serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara ya der barê mafên Kurdên li Sûriyeyê de şopand. Em diyar dikin ku maf bi biryarên demkî nayên parastin, lê bi destûrên daîmî yên ku îradeya gelan û tevahî pêkhateyan îfade dikin, têne parastin.
 
Her biryarek niyeta wê çi dibe bila bibe, eger nebe beşeke destûreke giştî û mafên her kesî bêyî cudabûn mîsoger neke, nabe garantiya rasteqîn a mafên tevahî pêkhateyan. Wekî ku di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Xweseriya Demokratîk de hatiye destnîşankirin, divê destûreke demokratîk a pirreng were avakirin ku mafên tevahî pêkhate û civak û baweriyên li Sûriyeyê biparêze. Ji ber ku pirrengî jêdera hêza Sûriyeyê û bedewiya wê ye.
 
Di demekê de em dibînin dibe ev biryarek gava destpêkê be, lê hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih nayne ku berdêlên giran dane û şoreşreke rasteqîn ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa, avakirina dewleteke demokratîk ku her kes tê de bi azad û rûmet, edalet û wekhev bijî.
 
Em teqez dikin ku diyaloga nîştimanî ya rasteqîn, destûreke demokratîk a nenavendî ya ku tevkariya rasteqîn di navbera hemû sûriyeyiyan de mîsoger bike û bingehên dewleta hemwelatîbûnê û edaleta civakî deyne, çareseriya bingehîn a pirsgirêkên maf û azadiyên li Sûriyeyê ye.”