Li Îzmîrê bertek li dijî êrişan

Parve bike:

ÎZMÎR – Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên siyasî ku bertek nîşanî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zad ên Helebê dan, gotin: "Em dizanin, em ê bi ser bikevin, em bi hêvî ne." 

 
Li hemberî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zad ên Helebê li bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê bi xwepêşandan û çalakiyan bertek tên nişandan. Li Îzmîrê, Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên siyasî bertekên xwe yên li hember êrîşan anîn ziman.
 
Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên siyasî destnîşan kirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê nîne û gotin ku nayê qebûlkirin ku li Tirkiyeyê behsa "aştiyê" bêkirin û ligel vê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirov bên kuştin û gotin: "Em dizanin em ê bi ser bikevin. Em şer naxwazin. Ev komploya qirêj a li Rojavaym nayê qebûlkirin û em vê qebûl nakin. Em her kesî vedixwînin ku berteka xwe nîşan bidin."