AMED - Hevserokê Şaxê SES a Amedê Mehmet Nur Ulus destnîşan kir ku pergala tenduristiyê hildiweşe û got ku li şûna dorên li nexweşxaneyan ên dorên dîjîtal girtine û bal kişand ser rewşa fizîkî ya xeternak a nexweşxaneyên dewletê yên li Amedê.
Polîtîkayên tenduristiyê yên ku ji aliyê AKP'ê ve ji sala 2002'an vir ve tên sepandin, gel û xebatkarên tenduristiyê veguherandine "nexweşan". Tevî zêdebûna barê nexweşan jî, hejmara bijîşk, hemşîre û karmendên tenduristiyê yên alîkar hîn jî têr nake û pergala tenduristiyê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye. Dorên dirêj, zêdebûna serlêdanên ji bo Pergala Banga Koda Spî, kêmbûna xebatkarên tenduristiyê, kêmasiya fizîkî ya nexweşxaneyan û nepeydakirina randevûyê tenê çend ji pirsgirêkên ku li Amedê rû didin. Hevserokê Şaxê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristiyê û Civakî (SES) a Amedê Mehmet Nur Ulus, diyar kir ku pergala tenduristiyê hildiweşe û ev ji ber polîtîkayên tenduristiyê yên desthilatê ye ku pêşîniyê didin sermayeyê.
'PROPAGANDAYA TENDURISTIYÊ YA DESTHILATÊ HILWEŞIYAYE'
Ulus destnîşan kir ku pergala tenduristiyê ya heyî tenê ji bo kesên ku pere wan hene destûrê dide xwegihandina tenduristiyê û li şûna pergala tenduristiyê ya pêşîlêgirtinê, pergaleke li ser bingeha girêdayîbûnê hatiye bicîhkirin. Ulus diyar kir ku ew bi polîtîkayeke desthilatê re rû bi rû ne ku "civakê nexweş dike" û bal kişand ser kêmbûna xebatkarên tenduristiyê li Amedê. Ulus got: "Li bajêr şêwaza xebatê ya '300 Spartayan' heye. Xebatkarên tenduristiyê di vê pergala ku bi hejmareke kêm a personelan re pir dixebitin de fedakariyên mezin dikin. Randevû niha her 5 deqîqeyan carekê tên plansazkirin li şûna her 10 deqîqeyan carekê. Ev bandoreke neyînî li ser têkiliya nexweş-bijîşk dike. Xebatkarên tenduristiyê sendroma qedandinê dijîn."
DORÊN SANAL
Ulus bal kişand ser zehmetiyên ku nexweş di wergirtina randevûyan de dikişînin û got: "Di dermatolojî, nexweşînên KBB, çav û zarokan de randevûgirtin ne mumkin bûye." Ulus diyar kir ku kesên ku nikarin randevûyan bigirin neçar in ku biçin nexweşxaneyên taybet an bajarên din û got ku nexweş bi zehmetiyên aborî re rû bi rû ne. Ulus destnîşan kir ku dorên berbiçav ên li nexweşxaneyan bi dorên dîjîtal hatine guheztin û ev dorên sanal bêdawî xuya dikin. Ulus her wiha behs kir ku xebatkarên tenduristiyê ji ber pergala tenduristiyê ya aloz rastî tundiyê tên û got: "Tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê roj bi roj zêde dibe. Serlêdanên ji bo 'Koda Spî' (hişyariya awarte) rojane zêde dibin. Her roj li seranserê Tirkiyeyê bi hezaran serlêdan hene. Divê em bi hev re li ser van êrişan bisekinin. Em dikarin vê yekê bi raya giştî re bi dest bixin. Ev dikare bi rêya atolyeyan, panelan û civînên giştî were kirin."
Ulus behs kir ku xebatkarên tenduristiyê ji ber şert û mercên giran ên xebatê û pergala nobetê bi pirsgirêkên kêmbûna xewê re rû bi rû dimînin û got: "Mirov, heke herî kêm 6 saetan razê, bi zelalî difikire. Karmendên tenduristiyê dema ku nobetê digirin bê xew dimînin. Kesek ku nikare bi zelalî bifikire, dibe sedema encamên neyînî. Têkoşîneke berfireh li dijî vê yekê pêwîst e. Divê Wezaret di vî warî de sererastkirinan bike. Li şûna 160 saetên xebatê yên mehane, 280 saet tên dayîn. Ev îhtîmala ramana zelal ji holê radike. Hem di tenduristiyê de û hem jî di jiyana taybet de bandorên neyînî dike. Divê em li dijî vê yekê hevgirtina civakî ava bikin."
REWŞA NEXWEŞXANEYÊN BAJÊR
Ulus der barê rewşa nexweşxaneyên li bajêr de agahî da û got: "Tevî ku piştî erdheja 6'ê Sibatê ji bo Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî û Zarokan fermana hilweşandinê hatiye dayîn jî, xizmetên tenduristiyê hîn jî li wir tên dayîn. Ger tiştekî berevajî çêbibe, dê karesatek çêbibe. Nêzîkatiyek heye ku 'li benda vebûna Nexweşxaneya Bajêr bisekinin'. Lêbelê, di avahiyeke zirardar û xeternak de, hem xebatkarên tenduristiyê û hem jî nexweş bi xetereya jiyanê re rû bi rû ne. Li Deriyê Çiyê nexweşxaneyek heye ku ji bo sivîlan vekirî nîne. Tê gotin ku ew nexweşxaneyek leşkerî ya kevn e. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil di sala 2005'an de vebûye. Ji wê demê ve, ew di bin nûjenkirinê de ye û qet nayê qedandin. Herî dawî, ji ber pirsgirêkên germkirinê bü rojev. Mirov ji gelek bajarên Kurdistanê tên vir. Ji ber ku pergala tenduristiyê ya li vir kevn e, pirsgirêk derdikevin. Zanîngeha Dîcleyê nexweşxaneyek 60 salî ye. Ew ne di rewşeke wiha de ye ku pêdiviyan bicîh bîne. Avahiyên wê yên fizîkî xetereyê çêdikin. Niştecîhên bajêr ber bi nexweşxaneyên taybet ve tên arastekirin û xwegihandina tenduristiyê dijwartir dibe."
MA / Fethî Balaman