STENBOL - Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, diyar kir ku têkoşîna aştiyê parçeyeke mayinde ya têkoşîna jiyanê ya jina ye û ji bo hevdîtina ku dê li dar bixin banga tevlibûnê kir.
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, dê di 13’ê Îlonê de li Parka Yogurtçu ya navçeya Kadikoy a Stenbolê, bi navê “Hevdîtina Jinan a ji bo Aştiyê” çalakiyê li dar bixe. Di tevahiya rojê de dê rêxistinên jinan standên xwe danin, ji bo zarokan dê atolye bên lidarxistin, dê foruma “Jin li ser aştiyê diaxivin” were lidarxistin û konserek bê dayin.
Înîsiyatîfê, têkildarî çalakiyê daxuyanî da û got: “Em jin dizanin ku şer û tundî jiyana me, bedenên me, keda me hedef digirin û newekheviyên em li malê, li kolanê û di nava civakê de rû bi rû dimînin hêj zêdetir dikin. Lewma jî em têkoşîna aştiyê, weke parçeyeke têkoşîna xwe ya jiyanê dibînin. Di demeke li gelek erdnîgariyên cîhanê şer diqewimin de li Tirkiyeyê jî qonaxeke girîng heye. Pêvajoya çareseriyê ya didome, ji bo wekhevî, azadî û pêkvejiyanê firsendeke dîrokî ye. Ji bo ev firsend veguhere aştiyeke mayinde û adilane, gotin û têkoşîna jinan jêneveger e.”
AŞTIYEKE ADILANE PÊKAN E
Di berdewamê de înîsiyatîfê got ku heta tecrubeyên jinan nekevin rojeva siyasetê, dê aştiyeke adilane û mayinde çênebe. Bi domdarî hate gotin ku dê di 13’ê Îlonê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê bên gel hev, bibin dengê aştî û jinan. Herî dawî jî bang li hemû jinan hate kirin ku tev li “Hevdîtina jinan a ji bo aştiyê” bibin.