NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din li bajarên Nangarhar û Kunarê yên Efxanistanê bi pileya 6.0 erdhej çêbû. Di erdhejê de herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şevê din li bajarên Nangarhar û Kunarê yên li rojhilatê Efxanistanê bi pileya 6.0 erdhej çêbû. Hat ragihandin ku di erdhejê de herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 500 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku bi taybet jî li bajarê Kunarê rê li ber hilweşîneke mezin vekiriye û ji ber hezazê rê hatine girtin û xebatên lêgerînê bi helîkopteran tên meşandin. Rayedarekî Efxan, da zanîn ku dibe hejmara miriyan zêdetir bibe. Hat zanîn ku yek ji bi pileya 5.2 bi giştî du erdhejok jî çêbûne.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê (USGS) da zanîn ku erdhej li nêzî sînorê Pakistanê, 27 km’an dûrî bakurêrojhilatê Celalabadê û 8 km’an di bin erdê de çêbûye.